Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser silav kir
Di Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê de axaftvanan gotin “Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn tekane model e ku bi ser ketiye.”
Di Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê de axaftvanan gotin “Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn tekane model e ku bi ser ketiye.”
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya 5’emîn bi dirûşmeya “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dewleta Tirk a dagirker û faşîst têk bibin” pêk tê. Destpêkê endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û bixêrhatina beşdaran kir, dûvre sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî berpirsyariyên malbatên şehîdan, hate weşandin.
Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û konferans pîroz kir û got: "Bila îsal, sala rizgarkirina Rêber Apo û ya tevahiya herêman be ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine.”
Yunis têkildarî erkên dikevin ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: "Ji erka gelê herêmê ye ku yekitiya xwe ava bike, her wiha li dijî hemû komployên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, têkoşîna xwe xurttir bike. Di heman demê de destekê bidin QSD’ê ji ber ku hêza sereke ya têkbirina hemû planên dewletên komploger ên li dijî herêmê ye. Mînaka wê jî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ye."
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî jî axivî û got "Yekitiya pêkhateyan ku bi saya fedakariya şehîdan hate avakirin, hemû planên li dijî biratiya gelan û jiyana hevbeş a Rêber Apo banga wê kiriye, têk birin."
Welîde Botî got “Bi serkêşiya jinên azad, ciwanên şoreşger û malbatên şehîdan dê Rêveberiya Xweser bibe garantiya gelê azadîxwaz. Di heman demê de berdêlên pêkhateyên herêmê dan, sedemeke serkeftina Rêveberiya Xweser e ku li Rojhilata Navîn yekane model e."
Ji Fermandariya QSD’ê Heyfa Mihemed jî lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û li dijî planên faşîzma Tirk soza berxwedanê da. Heyfa Mihemed got: "Parastina gel ji girîngtirîn erkên me ye."
Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso axivî û îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got: "Di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê azadîxwaz qir bikin. Di pêngava Gurzê Gelan de, piştgiriya gel û pêkhateyên herêmê ji QSD’ê re, mînaka girêdana gelê herêmê bi hêzên xwe yên leşkerî ye."