Komxebata li Amûdê dest pê kir: Wê êrîş werin şikandin

Hevseroka MSD’ê Ehmed diyar kir, ku gelên Sûriyê wê planên parçekirina welêt têk bibin û got, "Li xakên azadkirî yên Sûriyê divê civîn werin kirin."

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da zanîn ku gelê Sûriyeyê dikare pîlanên derve yên parçekirina Sûriyeyê, têk bibe.Hevdîtina Şêwirî ku li ser vexwendnameya Meclîsa Sûreyeya Demokratîk (MSD)tê lidarxistin, danê sibehê li salona Beylesan li navçeya Amudê bi beşdariya hemû saziyên civaka sivîl, siyasî û êlan,  dest pê kir.

'SÛRIYEYA DMEOKRATÎK BI DESTHILATDARIYA NAVENDÎ NABE'

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed ve hat kirin. Ehmed da zanîn ku aloziya Sûriyeyê di sala xwe heftan de ye û heta niha tu çareseriyên siyasî ne diyar in û wiha pê de çû: "Rêjîm dixwaze çarseriya leşkerî pêş bike û tu gavan berve çarseriyeke demokratîk ve navêje."

Hevseroka MSD`ê da zanîn ku li Bakurê Sûriyeyê rê li ber destwerdanên derve hat girtin û ji derfetên heyî gav ber bi sîstema federaliya demokratîk a Sûriyê, hatin avêtin.Îlham Ehmed destnîşan  kir ku Koalîsyona Sûrî û komên wê yên çekdar biryarên xwe li gor berjewendiyên hêzên herêmê girtin û bi hêzên terorî weke El-Nusra re bû hevkar,  lewma hemû hewldanên  çareserkirinê yên navnetewî bi bin ketin.

Der barê projeya wan de, Hevseroka MSD`ê anî ziman ku wan nêrîna xwe derbarê çareseriya Sûriyê de pêşniyar kirin û li gor wan Sûriyeyê demokratîk bi desthildariya navendî ve pêk nayê.

'DIVÊ CIVÎN LI XAKÊN AZAD WERIN KIRIN'

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bilî  lidarxistina civînan li dervayî welêt, pêwîst civîn li xakên rizgarkirî yê Sûriyeyê bên lidarxistin û ev yek dê gaveke dîrok û girîng be."

Paşê derbarê xala yekemîn a hevdîtinê de nîqaşan destpê kir û tê de metirsiyên Tirkiye û Îran û hemû aliyên di Sûriyeyê de ji pêkanîna Projeya Federaliya Demokratîk de tê goftugokirin.