Komxebata Ereb a Sûriyeyê bi dawî bû

Bi xwendina encamnameya Komxebata Ereb a Sûriyeyê ku bi dirûşma "Eşîreyên Sûriyê civakê diparêze hevpeyamana civakî misoger dike" li bajarê Eyn Îsa yê Rojava hate lidarxistin, bi dawî bû.

Komxebata Eşîrên Sûriyey ku li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka MSD’ê Emîne Ûmer, Hevseroka Konseya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, li gel nûnerên partiyên siyasî, dîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat 70 eşîr û nûnerên qebîleyan di komxebatê de amade bûn.

Encamnameya komxebatê ji aliyê lîderê eşîra Bagera Esed El-Beşîr ve hate xwendin.

Li ser van bendên di encamnameyê de hate xwendin li hev kirin pêk hatiye:

- Yekîtiya xak û gelê Sûriyê û tinekirina hemû cûre dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Sûriyê Cerablûs, Ezaz, Babê, Colan û Idlibê, rizgarkirina Efrînê û vegera ewlehî û armaniyê ji bo gelê wê.

-Di çareserkirina aloziya Sûriyê de têgihiştina berpirsyariya hevbeş û pêkanîna aştiyê li gelemperiya Sûriyê.

-Hewl bê dayîn ku bermahiyên şerê çekdarî were bidawîkirin û jiyaneke ji bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş ku layîqî gelê Sûriyê be were afirandin.

-Damezirandina Sûriyeyek ne navendî û pergaleke siyasî û demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmên.

-Destûra Sûriyê divê demokratîk be ku ji aliyê hêz hemû û beşên civaka Sûriyê were erêkirin.

-Li dijî terorê xeta têkoşînê were domandin û kaniya wê ya fikrî, malî û madî were zuhakirin, her wiha kesên sûcên ne mirovî kirin li gorî qanûnan werin cezakirin.

-Bi mebesta pêkanîna guhertina ber bi demokrasî û geşkirina Sûriyê xebateke hevpar were kirin.

-Bawerî bi nirxên demokrasî, maf û azadiya welatiyan bê kirin.

-Hemû cûre nejadperestî, netewperestî, olperestî û zayenperestî were redkirin.

-Em ê destekdayîna xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê wê yê li dijî terorê de dewam bikin û wekî beşeke sereke di çarçeserkirina aloziya Sûriyê de dibînin.

-Em ê destekdayîn bi Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bikin.

-Ji bo pêkanîna aştiyê destê me dirêj e, çeka me li hemberî kesên ku hewl didin aramî, aştî û jiyana hevbeş a civaka Sûriyê bike hedef vekiriye.

-Civaka navdewletî jî avakirina herêmên nû ji terorê hatin rizgarkirin berpirsyar e, di nav deherêmên rojhilatê Firatê."

- Em banga vegerê li hemû welatiyên Sûriyê yên beriya aloziyê an jî di dema aloziyê de derketine dikin."

Di dawiya komxebatê de rûspiyan Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî xelat kirin.