Komplo û tecrîd li Til Rifatê hate protestokirin

Bi hezaran welatiyên li navçeya Til Rifat a Şehbayê kom bnûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî protestokirin.

Bi pêşengtiya Kongreya Star, bi sedan şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi meşekê komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Rifetê destpê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê berz kirin.

Meş li çerxerêya Til Rifetê ya naverasta navçeyê rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Henan axivî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi navê şêniyên navçeya Til Rifetê, bi navê jinan, em dibêjin ji dagirkeriyê re na, ji tecrîdê re na, bes e faşîzm, dema dema azadiyê ye. Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk bike hedef. Em ê nehêlin ku dagirker planên xwe pêk bînin û em ê berxwedanê bidomînin."

Endama Koordînasyona Meclîsa Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Riweyda Îbrahîm jî got, têkoşîna wan berdewam e heta azadiya rêbertî û avakirina civakeke exlaq û polîtîk berdewam e.

Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.