Koçberên Efrînê: Em ê teqez vegerin Efrînê
Koçberên Efrînê qala koçberiya xwe ya ji Efrînê kirin û gotin, vegera ji bo Efrînê nêz e.
Koçberên Efrînê qala koçberiya xwe ya ji Efrînê kirin û gotin, vegera ji bo Efrînê nêz e.
Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkirinê birin ser Efrînê. Di encamê de bi hezaran kes ji gelê Efrînê ji warê bav û kalên xwe koç kirin. Piştî ku gelê Efrînê ji Efrînê ber bi Şehbayê ve tên, di 29’ê Mijdarê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Şehbayê û li wir gel dîsa jî neçar ma ber bi cihên ewle yên Rêveberiya Xweser ve biçin. Gel cara ewil bi riya karwanan li Tebqayê hatin pêşwazîkirin.
Têkildarî vê koçberiyê, koçberên Efrîn û Şehbayê ji ANF’ê re axivîn.
Jina bi navê Seyran Mihemed ku ji gundê Meydan Ekbes e û di koçberiya duyem a ji Şehbayê de wê zarokê xwe û hevjînê xwe wenda kiribû, bi tiraktoreke bêy teker ku tenê li ser hesin dimeşiya, ber bi Tebqayê ve hat. Dayîka Seyran wiha qala çûroka xwe ya koçberiya duyem dike: "Piştî me ji warê xwe yê Efrînê koç kir, em ber bi Şehbayê ve hatin. Li wir me jiyana xwe bi salan bi rêk û pêk derbas kir, li Şehba em li malên xwe bûn, ji nişka ve qala derketin û êrîşan li ser me de, hatin kirin. Çend pezên me hebûn, hevjînê min di nexweşxaneyê de bû, zarokên min jî li mala dayîka min bûn, ez bi wan cîranên xwe ku du jin û du mêr bûn û bi keriyê xwe yê pez re em meşiyan. Min nizanîbû ku çi bi zarokên me û hevjînê min, xizim û gelê min hatiye. Armanca herî mezin a dewleta Tirk a dagirker, gelê Kurd e. Li dijî vê yekê em ê her tim hebin û vegera li Efrînê nêz e, teqez em ê vegerin."
‘MIN ZAROK Û HEVJÎNÊ XWE WENDA KIR’
Dayîka Seyran anî ziman ku wê piştî 5 rojan zarokên xwe dît û wiha got: "Ji seet 4 em derketin û heta seet 9 em meşiyan heta em gihîştin gundekî. Li wir weke agirekî bû di canê min de, min nedizanî zarokên min li kuderê ne, em li wir wê şevê man. Piştre sibehê em ber bi bajarê Helebê ve çûn, beriya ku em bigihijin Helebê, min kolfetê xwe di nava wê qeflê gel de dît. Min pezê xwe da wî û ez bi erebeyê bi malbata cîranên xwe re hatim, zarokên min li pey min man, dûra jî piştî 5 rojan zarokên xwe careke dîn min dît. Bû du car ev tofan li me tê, koçberiya ewil jî min zarokên xwe wenda kirin, ez van rojan ne mumkîne ji bîr bikim, ez ê li her derê qala van bûyeran bikim."
‘VEGERA EFRÎNÊ MÎSOGER E’
Dayîka ji Racoyê Newroz Mele Ehmed ku ew jî qala wê koçberiya xwe yê yekem dike, wiha dibêje: "Dewleta Tirk du caran Efrînî koçber kirin. Em sê rojan li ser rêyan bûn, zarok ji serma diqerisîn, tiraktora ku em lê bûn, sê caran qulibî. Em li ber wê sermayê perîşan bûn, em piştî sê rojan hatin bajarê Reqayê. Dewleta Tirk a dagirker dibêje Kurd li kur be, em ê wan li wir tune bikin. Em ê vegerin Efrînê û wê veger misoger be."
‘ZAROK, JINÊN DUCANÎ, KAL Û PÎR BI MEŞ BER BI HERÊMÊN BI EWLE VE HATIN’
Dayîka Newroz diyar kir ku zarok bêyî pêlav bûn, bi hezaran bi meşê meşiyan da ku xwe ji wê dagirkeriyê rêzgar bikin û got: "Ez û keça xwe ya bi çar zarokan, keça xalê min û hevjîna xwe û zarokên xwe, derketin. Gelê me bi meş jî derketin, me nizanî bû çi bû. Lê ji nişka ve êrîşeke bê hempa destpê kir. Zarok jî bi meş dimeşiyan, jinên du canî jî bi meş bûn. Li ser riyê ne xwarin ne jî vexwarin hebû."