Kobanê xwe ji bo Newrozê amade dike

Bi hatina cejna Newrozê cejna gelên azadîxwaz, şêniyên Kobanê ji bo xemilandina cejna Newrozê berê xwe didin bazarê û cil û bergên Kurdî distînin.

Bi boneya cejna Newrozê ya bi dirûşmeya “Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’an bikin  Newroza azadiya Rêber Apo” şêniyên Kobanê jin, ciwan û pîr ji bo kirîna cil û bergên Kurdî berê xwe didin bazarê û xwe ji bo hatina cejna Newrozê amade dikin.

Dirûnkarê bi navê Selam Mele Elî ji bo amadekariyên Newrozê axivî û got “Di her cejnê de jin ji bo amadekirina cil û bergên Kurdî berê xwe didin hemû dirûnxaneyan. Çi cejna Newrozê be û çi jî cejna jin a cîhanî be, jin bi cilên xwe yên Kurdî xwe dixemilînin û berê xwe didin qadên şahiyê.”

Mele Elî her wiha diyar kir ku ji bo cil û bergên Kurdî, jin beriya şahiyê bi du mehan berê xwe didin dirûnxaneyê.

Li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê ji bo hatina Newrozê û Newroza zarokan şano, dîlan, stran û helbest tên amadekirin.

Endamê Navenda Çand û Huner a Baqî Xido Omer Hesen têkildarê xebatên xwe yên amadekariya Newroz axivî û got “Ev demeke dirêj e ku ji bo amadekariyên Newrozê em xwe amade dikin. Em wek endamên çand û huner a Baqî Xido bi aliyên xwe yên hunerî wek stran, dîlan û şano em ê tevlî cejna Newrozê bibin.”

Hesen bal kişande ser bernameya xebatên xwe û wiha pêde çû: “Wê mêvan ji qadên derve beşdarî Newroza bajarê Kobanê bibin. Her wiha wê hin komên bajarê Kobanê yên weke Koma Botan jî wê tevlî Newroza bajarê Helebê bibin û Newrozê geş bikin.”

Omer Hesen da zanîn ku şanoyên werin pêşkêşkirin wê li ser rewşa civakê ya heyî û wê stran jî li ser berxwedana heyî û berxwedana şerê Kobanê bê pêşkêşkirin.

Di dawiyê de Hesen ev agahî dan, “Komên ku wê tevlî Newrozê bibin koma şano ya Şehîd Yekta, koma stranan a Koran û koma dîlanê ya Şehîd Sînan in.”

Her wiha Mamosteyê Şanoyê Elî Îsa jî Newroz li tevahî gelê Kurd û gelên aştîxwaz pîroz kir û got, “Ev bû du meh ku em amadekariyên Newrozê dikin. Wê komên şano, dîlan, stran û helbestê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. Em bi giyanekî germ her salê jî bi vî hestî nêzî Newrozê dibin, ji ber ku Newroz roja me ya berxwedan û jiyanê ye. Em vê rojê li giyanên şehîdan û li Rêber Apo pîroz dikin.”

Endameke din a Çand û Hunera Baqî Xido Hemê Kobanê ku di beşên çîrok, helbest û folklor de cih digire axivî û diyar kir, “Wê komên mêvan yên weke Koma Zîlan ji Dirbêsiyê, Helbestvan Ferhad Merdê, Koma Çiyayê Kurmênc û ji Navenda Çand û Hunera Baqî Xido jî helbest, dîlan, şano û stran wê di Newroza me de amade bin û berhemên xwe pêşkêş bikin.”

Hemê Kobanê di dawiyê de bi boneya cejna newrozê helbestek diyarî tevahî Kurdistanê kir ku wiha ye:

“Her warek biharek e

Lê Newroz salê carek e

Her kesekî ji bo me wisa karek e

Hesret û meraq û evîna gelê min welatek e  

Roja we xweş bê cejna we pîroz dikim yek bi yek e

Yara min de tu rabe çavan ji xewan veke

Kobaniya min bisk û keziyên xwe şeke

Li ber deriyê xwe li me mêze ke

Coşên gel û şervanê azadiyê tên lek bi lek e

Arîn Mîrkan bi hesreta te maye

Lê wê her kesek serdana te bike

De tu kul û birînê xorbetê di dilê Aram Tîgran de mêze ke

Xarapêtê Xaço bilbil û evîndarek e

Lê li ser piştê me Kurdan barek e

Amed derî li me veke

Yara min de rabe dilê şikestî şa bike

Bedewiya Kurdistanê li Kurdan par ke

Ala kesk û sor û zer li serda li ba ke

Lê her warek biharek e

Cejna we pîroz dikim yek bi yek e”