Çapemeniya dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê hin fotografên çeteyan belav kiribû ku qaşo li gundê Şêxurzê yê Efrînê bi çekên kîmyewî êrîş li wan hatiye kirin. Min li rûyê wan çeteyan temaşe kir, min baş temaşe kir, bandora hebên Keptagonê li ser wan çûbû, tiştê li ser rûyê wan diyar dibû tenê şopên tirsê bû, rûyê wan zer bûbû, matmayî mabûn. Diyar bû bê çi hiner bi serê wan hatibû li ser destê şervanên YPJ û YPG'ê li Efrînê.
Ji xwe di wê rojê de çalakiyên şervanan di asta herî jor de bû, gelek kuştiyên tirk û terorîstîn wan hebûn, panzêr û çekên wan jî çawa ji depoyên cebelxanaya wan derketibûn wisa jî ketin destên şervanan. Ji bo Tirkan ev mirina li ber çav bû. Tirkan gotin kîmyasal bû, QSD jî got kîmyesal bû, ji xwe ev demeke artêşa Tirk van cûreyên çekan bikar tîne. Li gorî îdiayan çete bi van çekan bi bandor bibûn. Lê pirsa asil eve: Kanî leşkerên Tirk ên ku di panzêrê de bûn? QSD belgeyên wan ê di panzêrê de belav kir, çima ew pê bandor nebûn, çawa hatin xilas kirin, di nava şer de bi ku de çûn û çekên xwe li pey xwe hiştin. Piştî reviyan kîmyesal çima hate bi kar anîn? Êdî tê fêm kirin bê kê bikar anî û çima?
Ji bo Tirkan hezar çete jî bên kuştin ne xem e. Ji xwe ew çeteyên peregirtî ne. Çekên kîmyewî ên artêşa Tirk bûn, ji lewre leşkerên wan zerer nedîtin. Ji xwe ev demeke Erdogan û berpirsên Tirk pesnê çekên xwe didin. Bi balafir û tangên xwe re dîmen dikişînin, leşkerên wan li ser fuzeyan soza qirkirina gelê Kurd dinivisînin û li ser malên sivîlan dibarînin. Artêşa dagirker û çeteyên ku heta niha nekarîn ti encamê bidest bixin, rojane 300 topan davêjin deverên sivîlan. Bi vê yekê hewl didin agirê kîna dilê xwe û têkçûyîna xwe vemirînin. Lê ev yek jî pûç e. Di encam de, me dît û hîn jî em dibînin bê çawa ev dagirker têk diçin. Ji îro û pê ve bahane wê destpê bikin, topên derewan wê biteqin, her wê biteqin, carna bi serên wan de û carna bi serê çeteyên wan. Wê dewleta dagirker hemleya derewan dest pê bike, ji xwe destpêkiriye jî. Ji roja destpêkê ve derewan dike, dixwaze binketina xwe wisa binuxumîne lê nikare, di çavê raya giştî de rezîl û şerpeze bûye. Lê dîsa jî divê hişyarî hebe, eger îro derewên bikaranîn çekên kîmyewî ve dike, dibe ku rê ji bo xwe veke ku bê sînor bi kar bîne. Em ji bîr nekin, dewleta ku 1,5 milyon Ermenî û bi sed hezaran Kurd kuştin heman dewleta ku niha êrîşî Efrînê dike.