KCDK-E’yê di sala 101’an a Peymana Lozanê de banga tevlîbûna çalakiya protestoyî kir

KCDK-E’yê got: “Em peymana qirkirinê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan a Lozanê, di sala 101’an de protesto dikin.” KCDK-E’yê banga tevlîbûna meşa girseyî kir ku wê sibe li Lozanê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê lidarxistin.

SALA 101’AN A PEYMANA LOZANÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya sala 101’an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe, daxuyanî da; banga tevlîbûna meşa girseyî kir ku 27’ê Tîrmehê roja Şemiyê (sibe) wê bi ruhê seferberiyê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Peymana Lozanê di navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û hat gotin ku bi destê hêzên navneteweyî netew-dewleta nîjadperest hate avakirin û di tevahiya 100 salan de dewleta Tirk qirkirin li dijî gelan pêk anî.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ragihand ku Peymana Lozanê navê fermîbûna înkar û qirkirina gelê Kurd e û ev tişt got: “Rêber Apo nehêla qirkirin temam bibe. Fikrên Rêber Apo ku îradeya bi milyonan kesan e, ev plan hemû têk birine.”

KCDK-E’yê ev tişt jî ragihand: “Weke KCDK-E di sala 101’an a Peymana Lozanê de, roja 27’ê Tîrmehê em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî meşeke girseyî lidar bixin, em bang li her kesê dikin ku ji bo vê meşê seferber bibin û beşdar bibin.”

Cih û dîroka ku wê çalakî lê were kirin:

27’ê Tîrmehê roja Şemî, saet: 13.00

Place des Pionnières, Lozan, Swîsre.