Kampanyaya îmzeyan a li dijî êrîşên Rojava zêde dibe
Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a li qada navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, zêde dibe.
Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a li qada navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, zêde dibe.
Di 7’ê Cotmehê de bi sernavê “Banga lezgîn: Şerê li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin” kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.
Di dema kampanyayê de bi nivîsên bi Îngilîzî, Spanî û Portekîzî hatibûn amadekirin, bi awayekî kolektîf 35 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên ji welatên wekî Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYE, Elmanya, Îngilîstan û Iraqê beşdar bûn.
Zêdeyî 183 kesayet kampanyaya cîhanî îmze kirin. Her ku kampanya berdewam dike, piştgirî zêde dibe.
Îmzekaran bal kişandin ser êrîşên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên di 4’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin; “Di daxuyaniya xwe de daxuyandin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber bomberdûmanên ku tenê binesaziya elektrîkê dike hedef, heta niha ziyanên madî 56 milyon dolarê Amerîkî ye."
Di metna kampanyayê de ev ev tişt hatin gotin:
“Em bi rengekî nû yê şerê dagirkeriyê yê Tirkiyeyê re rû bi rû ne, ku armanca wê dagirkirin, ‘paqijkirina etnîkî’ û rûxandina gelek deverên Bakurê Sûriyeyê ye. Êrîşên dawî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin û armanca wê tunekirina 'hemû binesaz, avahî û tesîsên enerjiyê' ji bo hilweşandina hemû baregehên jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û valakirina herêmê ye. Di van êrîşan de jiyan û ewlekariya zêdetirî şeş mîlyon mirovên xwedî çand û baweriyên cuda yên weke Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkez, Tirkmen, Êzidî, Xiristiyan, Misilman û yên din ên ku li ser axa hevpar bi hev re dijîn û pêdiviyên xwe yên jiyanî yên Xweseriya Demokratîk de tînin dikin hedef.”
Îmzekaran bang li civaka navneteweyî û hemû saziyên pêwendîdar kirin ku ji bo pêşîgirtina li sûcên din ên li dijî mirovahiyê û rawestandina şer û polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê, bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.