Jinên Girê Spî dagirkerî protesto kirin

Jinên Girê Spî bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Jinên ku li kampa Koçberên Girê Spî lê dijîn, bi pêşengiya Kongreya Star ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek a çapemeniyê dan. Bi dehan jin tevlî daxuyaniya ku pankarta şermezar kirina dagirkerî û alên Kongreya Star hate higirtin bûn.

Endamên Koordînasyona Kongreya Star a Eyn Îsayê Maya Mensûr û Madlên Şêxo, di daxuyaniyê de axivîn û bal kişandin li ser berxwedaniya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Jinên ku diyar kirin dagirker jinan dikin armanc û teqez kirin ku wê jin berxwedaniya xwe ya li dijî dagirkeriyê bidom in.

Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeyan bidawî bû.