Jınên ciwan li Reqa û Minbicê li dijî dagirkeriyê rabûn
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbic û Reqayê êrîşên dagirkeriyê ya dawleta Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbic û Reqayê êrîşên dagirkeriyê ya dawleta Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîn yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa û Minbicê ve hatin şermezarkirin.
MINBIC
Bi dehan ciwan li yarîgeha El-Sudasî ya li bajêr kom bûn. Endama Rêveber Sîdana Henûş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin:"Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên li Minbic û gundewarê wê, em êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca derbekirina ewlehî û aramiya herêmê ye şermezar dikin, em bûn şahidên êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dixwaze têkoşîna me derbe bike û vîna azad bişkînin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate diyarkirin:"Em biryara dadgeha Iraqê ya darvekirina çar ciwanên Êzidî şermezar dikin dibêjin ku biryar biryareke siyasî e û tu têkiliyên wê bi adaletê ve tune ye, ji lew re em banga betalkirina vê biryarê dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de jinên ciwan piştgirya xwe ya ji gerîlayên li çiyayan nîşan da.
REQA
Di heman çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan a li Reqayê bi beşdariya bi dehan ciwan li pêşiya navenda xwe ya li naverasta bajêr daxuyanî da.
Endama Yekitiyê Maya El-Hemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrîşên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Avaşîn û Metînayê hatin şermezarkirin û hate gotin, siyaseta ku Erdogan dimeşîne siyaseta çewistandina tevahiya pêkhateyan û gelê Kurd bi taybet e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Êrîşên ku îro em dibînin nîşaneya bidawîbûna dema Erdogan a serokatiya li Tirkiyê ye, ji ber ku di demên dawî de di gelek hemleyan de mîna Eyn Îsa û çiyayê Garê bi bin ket."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Me îro tama azadiyê dît, em rezaletî, radestkirin û sertewandinê qebûl dikin, em ê heta pêkanîna serketin, garantiya jiyana azad û rizgarkirina hemû bohostên erdên xwe yên dagirkirî şopdarên rêya şehîdan bin û ji faşîst û ajanan re bibêjin ku ew ê cezayan wan du qat be."