Jinek û 2 zarokên DAÎŞ'î radestî şandeya Barbadosê hatin kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek û 2 zarokên DAÎŞ'î radestî şandeya dewleta Barbadosê kir.

Şandeyek ji welatê Barbadosê ku li Karîbîkê ye, ji bo wergirtina welatiyên xwe yên DAÎŞ'î serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku şandeya Barbadosê ya bi serkêşiya Cîgirê Balyozê Barbadosê Andre Padmore 9'ê Çileyê serdana herêmê kir.

Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El Giêt, endamê daîreyê Xalid Îbrahîm, endamê Nivîsgeha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Lane Hisên û nûnera Desteya Jinan Hiweyde Mihemed Selîm Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna her du aliyan de, rewşa Sûriyeyê, girîngiya çareseriya aloziyê li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmara 2254’an û rewşên mirovî, aborî û ewlehiyê li herêmê hatin nîqaşkirin.

El Giêt behsa nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, gef û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê ku rê didin vegera terorê, kir. El Giêt her wiha behsa bandorên girtina deriyê Til Koçer di aliyê aborî û mirovî de kir û wek neheqiya li sûriyeyan bi nav kir.

El Giêt destnîşan kir ku Rêvberiya Xxweser dê hevkariya bi Barbadosê re û hemû dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dewam bike.

Serokê şandeyê Andre Padmore jî got: "Em êş, azar û windahiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîs dikin. Em hêvî dikin ku hûn tevî hêzên xwe têkoşîn û xebata xwe ya di oxira mirovahiyê de bidomînin.”

Padmore ji ber şerkirina li dijî terorê û vegerandina welatiyên Barbadosê, spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir.

Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve, di dawiya civînê de li gorî belgeyeke fermî, jinek û 2 zarokên çeteyên DAÎŞ'ê hatin radestkirin.