Jinan li Newrozê gotin: Em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin
Jinên ku li Rojava bi xurtî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, Newoza 2022'an bi coşeke mezin pîroz kirin û diyar kirin, ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
Jinên ku li Rojava bi xurtî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, Newoza 2022'an bi coşeke mezin pîroz kirin û diyar kirin, ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
Jinên ku herikîn qada Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojava, li ser girîngiya Newroza 2022'an ji ANF'ê re axivîn.
Sabah Remedan Alî ya ji Dêrikê got, "Newroza 2022'an Newroza azadiya Rêber Apo ye. Di serî de li Rêberê Rêberan pîroz be. Her wiha li Malbatên Şehîdan, li hêzên me yên ku li eniyên şer me diparêzin pîroz be. Newroza 2022'an Newroza azadiya Rêber Apo û gelê Kurd e. Di sala 2022'an de em azadiya Rêber Apo dixwazin. Serhildana vî gelî ji bo Rêber Apo ye."
BANGA 'JI BO KURDISTANA AZAD BIBIN YEK' LI DÎASPORA KURD HATE KIRIN
Asya Mehmûd jî diyar kir ku wê Newrozê di sala 2022'an de bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tacîdar bikin û got, "Li dijî zilm û zordariyê cejna serketinê ya gelê Kurd e. Di serî de li Rêber Abdullah Ocalan li girtiyên li zindanan cejna Newrozê pîroz dikim. Em li dijî zilm û zordariyê li vê derê ne. Bi Newroza 2022'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bixebitin. Girtiyan hemûyan silav dikikm û heta dawiyê em ê li ser şopa wan bin."
Asya Mehmûd bang li dîaspora Kurd kir û got, "Kurdên li çar aliyên cîhanê divê ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe bibin yek."
'LI DIJÎ XIYANET Û TESLÎMIYETÊ EM RUHÊ MAZLÛMAN E'
Dayika Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî diyar kir, ku wan Newroz bi ruhê Mazlûm Dogan pîroz kirine û got, "Çawa ku Mazlûm Dogan li zindana dagirkeran li dijî xiyanet û teslîmiyetê Newroz pîroz kir, em jî bi wî ruhî pîroz dikin. Divê gelê Kurd bibe yek û xaka xwe biparêze. Em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin. Agirê Newrozê agirê yekîtî, hevgirtin, demokrasî û berxwedanê ye. Divê gelê Kurd bibe yek, yekîtiya xwe xurt bikin û gavê bi pêş ve biavêjin. Berxwedan jiyan e. Newroz pîroz be."