Jinan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê li Tirbespiyê bi meşekê hate protestokirin. Bi hezaran jinên li Qamişlo jî tevlî meşê bibûn, êrîşên dij mirovatiyê yên dewleta Tirk şermezar kirin, piştgiriya xwe ya bi Efrînê re qîr kirin.

Bi hezaran jinên li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Qamişlo hatin ba hev bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê protesto kirin. Meşa jinan a ji Parka Şehîd Warşîn bi dirûşma “Jin piştgiriyê didin berxwedana Efrînê” destpê kir, alên YPG’ê, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiri.

Piştî meşa dirûşmên “Em hemû Avestan e” û “Em hemû YPJ’yî ne” hate qîrkirin û şûn de axaftin hatin kirin.  Li ser navê Kongreya Star Evîn Siwêd, li ser navê jinên Ereb jî Amed Til Hemîs û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemal Xelîl axivîn. Di axaftinan de Berxwedana Serdemê hate silavkirin, hate bibîrxistin ku Şehîd Avesta Xabûr sembûla berxwedana jinê ye.

Jinên ku tevlî çalakiya bibûn û ji ajansa me re axivîn gotin wê  di rêya Arîn Mîrkan û Avesta Xabûran de heta dawî bimeşin.