‘Jina azad civaka azad e’

Heta ku şoreşeke bi kok a jinê pêk neyê, her wiha jiyan û hişmendıya zilam neguhere, rizgarbûyîna jiyanê ne pêkan e.

Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.

Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxekî meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir der barê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê gotin, asta azadiya giştî bi asta azadiya jinê re di weznekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya girîng ew e, wê nava wê çawa were tijîkirin. Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi 188 teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê heye. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta demokratîk a bê jin nikare bibe, heta polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û hawîrdor jî wê neyên parastin.

TEVGERA JINÊ YA XWE DISPÊRE ZANISTA JIN A FEMÎNÎZMÊ JÎ DI XWE DE DIHEWÎNE

Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya xwe disipêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên rabihuriya nêz neyîne, bêtir bi ser dîroka şaristanî û modernîteyê de biçe, lewra wan jin kir rewşekê weke nasnameyeke tinebe. Eger di zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêka wê û tevgerên wê hema hema tine bin, berpirsê vê yê bingehîn avahiyên çandî yên maddî û zêhnî yên hegemonîk ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên teng ên wekheviyê yên huqûqî û siyasî belkî alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê bidin aliyekî, weke diyarde jî çareseriya wê nabe. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in, û bûne hêzên dijberê sîstemê, ev ê bibe xwexapandin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ew e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt wan analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar.

MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û ŞOREŞA JINÊ

Modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê wê de bi îdeal û bi çalakî ye. Di çarçoveya hêmanên modernîteya demokratîk de bêyî jinê nabe ku proje bêne amadekirin û bi cihanîn. Berevajî, ev şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.

PÊKANÎNÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎSTÎ LI SER JINÊ

Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin di nava sîstema bavikan de bi awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên modernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û hesabê xwe nînin. Ti şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye û îstîsmara xwe li ser bi sazî nekiriye. Diyarde ewçend hatiye îstîsmarkirin, pirraniya jinan, kirinên ew xistine rewşên herî rezîlane, weke xisletên bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew xwe weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne, qebûl dike û ew wer ketiye dest, ji gerandina vê dekûdolabê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa mêtinkarî û zordestiyeke diyardeyî nakin. Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê, weke şêweyên deng, reng, beden û zêhniyetê bêxem û fikar bi dilê xwe pêşkêş dike. Hay ji xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re ji dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser dikê tê lîstin be. Ya rastî, vê îmkanê jî nabîne. Ji bo bidestxistina heqîqet û rûmeta jiyanê, ji hev belavkirina mija li dora jinê, bi tevahî girîngiya xwe diparêze. Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bicihanîna vê eşqê, bi çûyîna di rêya vê zanyartî û mezinahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

DESTGIRTINA NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ JINÊ MÎNA ŞOREŞEKE ÇANDÎ

Tişta herî rast ev e ku nêzikatiya li hemberî jinê wekî şoreşeke çandî were nirxandin. Bi çanda heyî çiqasî bi nêteke baş were kirin jî û hewl were dayîn, ji ber pirsgirêk û têkiliya di feasetê de, çareseriyeke azadîxwaz pêk nayê. Nasnameya herî azadîxwaz a radîkal jî bi nêzikatiya li hemberî jinê yan jî bi fêmkirina pergala di têkiliya jin û mêran de û derbaskirina wê mumkun e. Bi qasî kûrahiya koletiya di qadê de, pêdivî pê heye ku kûrahiya azadiyê jî were fêmkirin û wê bike îrade. Di azadiya jinan de kesên di warê xweazadkirinê de jî nikarin gavan biavêjin, divê fêm bikin ku di tu qada civakî û azadiyê de jî wê nikaribin çareseriyekê bikin û veguherînê pêk bînin.  Hewla azadiya ya ku nikare mêrê serwer û jina kole pûç bike, divê vî tiştî wekî krîtera azadiyê ya bingehîn a pêkanîna nasnameya azad binirxîne. Heta ku têkiliya mulkiyet û desthilatdariya li ser jinan neyê hilweşandin, wê têkiliya jin û mêrên azad pêk neyê.

SEDSALA KU WÊ ÎRADEYA JINA AZAD BILIND BIBE

Di vê sedsala me de wê îradeya jinê ya azad xurt bibe. Şaş nîne mirov vê nirxandinê bike. Belkî jî pêwîst e mirov li ser saziyên mayînde yên sedsalan dewam bikin ji bo jinê bifikirin. Dibe ku hewceyî bi Partiyên Jina Azad hebin. Destnîşankirina pîvanên polîtîk û meşandina îdeolojiya bingehîn a azadiyê, her weha pratîk û kontrol hem sedema hebûn, hem jî wezîfeya bingehîn a van partiya ne.

ENCAMA HERÎ GIRÎNG A PKK’Ê DI VÊ MIJARÊ DE DERXISTÎ HOLÊ

Mirov dibîne di civaka Kurd de jiyan herî zêde li dora diyardeya jinê nayê hiştin û tê tinekirin. Di çandeke civakî de ku navê jin û jiyanê bi awayekî rastî dike yek (peyvên weke jin, jiyan, can, şen û cîhanê timî ji yek kokê zêde bûne û hemû jî rastiya jin û jiyanê îfade dikin), di jinê de jiyan tê tinekirin û ev jî nîşaneya sereke ye ku civakîbûn tê qedandin. Ji çandeke bingehê şaristaniyê li dora jinê daniye û rê li ber çanda xwedawendiyê vekirî tişta mayî ew e, der barê jiyana bi jinê re çavkoriyeke mezin û çilekiyeke teslîmî xerîzeyan bûyî heye. Jiyana civakî ya di nava pencê modernîteya kapîtalîst de ya li pey rêûresm, îmha û înkarê diçe, jiyanek e ku bi temamî mehkûmî neçariya jinê hatiye kirin.

Em timî dibêjin, kengî jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin û ji hev de dikevin. Hêmanên em dikarin ji wan re şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîllîtan bibêjin, eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser riya azadiyê wê nikaribin bi rola xwe rabin. Kesên bi xwe bûbin girêka kor wê nikaribin girêka kor ên kesên din ji hev vekin. Ango kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin. Yek ji encamên girîng ên PKK û şerê gel ê şoreşgerî di vê mijarê de gihiştiyê ew e, azadî û rizgariya jinê bi analîzkirin, rizgarkirin û azadkirina diyardeya jinê dibe. Lê çawa ku me diyar kir, mêrê Kurd jî namûsa xwe ya gelekî hatiye berevajîkirin an jî bi awayekî zanistî bi danasîneke rastir bênamûsiya xwe di serweriya mutleq a li ser jinê de dibîne. Ya bi awayekî bingehîn divê ji hev bê derxistin ev nakokiya no û dijwar e.

FERASETA MILKIYETA DERBARÊ JINÊ

Divê em têgihiştina xwe ya milkiyetê bi temamî biterikînin. Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi ti awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin.

AZADBÛYÎNA JINÊ

Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Me behsa girîngiya şoreşgerî ya berevajîkirina rola mêr kiribû. Maneya vê ew e, li şûna ku li ser jinê serwer bibe û zuriyetê bi jinê dewam bike, netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe dewam bike û ji bo vê hêza îdeolojîk û rêxistinî pêk bîne û otorîteya xwe ya polîtîk serwer bike; bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêke. Ji pirrbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Ev rastî xwezaya eşqa civakî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şiklî yên maneya wan a çandî tineye nekeve. Modernîteya kapîtalîst sîstemek e ku li ser înkara eşqê hatiye avakirin. Înkara civakê, harkirina ferdiyetê, ketina cinsperestiyê ya her qadê, xwedakirina pere, li şûna xwedê danîna dewleta netewe, weke xebatkareke bêheqdest an jî ya bi heqdestê herî kêm bi nasnamekirina jinê bingehê maddî yê vê înkara eşqê ye.

Yên eşqa rastî dixwazin, divê vî şêweyê zêdebûnê yê heywan-mirov biterikînin. Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, em ê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsperestiyê bihurî têkiliya herî bi hêz e. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe. Em divê mîna di modernîteyê de û di nava sînorên rêûresmê de jinê di rola hevser, dayik, xuşk û evîndarê de nebînin û ji vê bibihurin. Beriya her tiştî divê em têkiliyên mirovan ên bi hêz ku xwe disipêrin avakeriya civakê û yekîtiya maneyê serdest bikin. Jinek an jî mêrek dema hewce kir divê dest ji hevsera xwe, ji zarokê xwe, ji dayika xwe, ji bavê xwe û ji evîndara xwe bikişîne, lê divê ji rola xwe ya exlaqî û polîtîk a di civakê de ti carî dest nekişîne.

TEVLÊKIRINA JINAN DI RÊXISTINBÛYÎNA LEŞKERÎ YA KU ZILAMAN MOHRA XWE LÊ DAYÎ

Tevlîkirina jinan a nava xebateke mîna rêxistina eskeriyê ya ji sedî sed mohra mêran li ser e, û bi îdeolojiya mêrê serwer pêk hatiye gelekî bi rîsk bû; tiştekî wisa bû, mîna ku mirov dinamêtê bixe 295 nava xebatan. Têgihiştina jin û mêrên heyî, ji têgihiştina cinsperestiya çor û ji rêûresmê wêdetir nediçû. Têgihiştina wan ji hev du re ji tehrîkkirin û sorkirinê, ji îşaretdayîna bi çav û birûyan wêdetir bi pêş neketibû. Min bi destê xwe belayeke mezin anîbû serê xwe. Fermandarê navdar ê gerîlla Che Guevara jî dema jinan digire nava refên xwe wê di warê tatmînbûna cinsî de şaş nabîne, weke pêdiviyeke hewcedarî pê heye qebûl dike. Min nikarîbû ev qebûl bikirana, min ev bi xwe û xebatên rêxistinê, nexasim jî qada eskerî bida qebûlkirin, ji serî ve maneya vê ew bû ku me xwe bi destê xwe tesfiye dikir.

Min nikarîbû jin bi rewşa heyî jî bihişta, ji ber ku rewşa wê ya heyî jî ji bo tesfiyebûna me têrê dikir. Heval an jî ekîbek tinebû, hukim li xerîzeyên cinsî bike, wan bi awayekî rast, li ser bingehê hunerê polîtîk û berjewendiyên rêxistinê binirxanda. Ne ji bo min û ne jî ji bo rêxistinê rast bû ku me jin li derve bihişta û şoreşek bê jin pêk bianiya. Bi tenê rêbazeke din dima ew jî bi gotina gelêrî me yê ew ‘bi serî bikirana’ yan ‘serê wan girê bidana’ û ‘zewaca şoreşgerî’ ya rêxistinên çepgir ên şoreşgerî kiribûn mode jî dibe ku bibûya çare. Lê min ev rêbaz rast nedidîtin. Erê van rêbazan wê enerjiya şoreşgerî pûç bikirana, lê belê jixwe şert û mercên fizîkî derfet û îmkan nedidan zewac û sergirêdanên bi vî rengî. Ev dihat wê maneyê, kê kel û pelên xwe ber hev bikira wê berê xwe bidaya Ewrûpayê û lê bibûya penaber an jî biketa nava gel û li ser navê rêxistinê weke kurtêlxuran bijiya û ji bilî vê jî rê nedima. Ev jî şêweyekî din ê tesfiyekariyê bû.

BIRYAR STANDIN BI SER ŞÊWEYEKÊ YÊ TÊKILIYÊ KU NAYÊ HIŞÊ MIROV

Lê riya min ceriband, di çanda Rojhilata Navîn de şêweyekî têkiliyê bû, kes lê nefikirîbû û bîr nebiribû; li derveyî zewaca weke hewcedarî dihat dîtin, jiyan û şerekî di nava nakokî û têkiliyên diyalektîk de li ber çavan digirt. Di vê çarçoveyê de min dixwest ez hem mêr û hem jî bi taybetî jinê bi heyîna wan û azadiya wan a rastî ya insanî bida naskirin. Ev îmtîhaneke mezin a navxweyî ya şoreşgertiyê bû. Pirr hat îstîsmarkirin, pirr xirab hat bikaranîn, kirin destikê bi sedan xapan. Lê dîsa jî jinên delal û zîrek, jinên bi destê xwe û egîd bi van xebatan derketin holê. Me keçên gelekî bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê ti carî negihiştibûmayê. Lê min bawer nekir ku pêkanîna vê bîranîna nostaljîk hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tinebin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê dibe.

MÎNA JI XEWA HEZAR SALAN Û KABÛSÊ HIŞYARBÛYÎ TEMAŞE DIKIRIN

tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevin û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez nava vê fikra felsefîk a para 296 rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de pirralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirana û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê pênaseyê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan dinêrî û hev himbêz dikirin. Tevî ku ez jî di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî himbêz bikim, û wan bikim taca serê xwe.

EW CEWHERA SOSYOLOJIYÊ NE

Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibûn.

QEHREMANÊN RASTEQÎN

Vê nêzîkatiyê rê vedikir li hezkirinê bi xwe. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Pirraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de ti cudahiya xwe tineye.

Bi kurtî ez gihiştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! + Pirr hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê pênase bike.

Dahûrandina nasnameya jinê ya ku hemû şeklê koletiyê li ser kesayeta wê hatiye ceribandin û dane qebûlkirin, û wê kirina hevjiyan û hevalê doza aştî û azadiyê, şertê bingehîn ê bûyîna zilamê rast, exlaqî û bedew e.

XEBATA MIN A WEKÎ DESTANAN

Li Rojhilata Navîn xebata min a sêyemîn a destanî, a li ser azadiya jinan e. Li gorî min beriya xebatên rizgariya welat û kedê, ya herî pêşîn ev xebat e û ev ya herî dijwar bû. Jin çîn, netewer û zayenda pêşîn û bi kok a paşverûtî û koletiyê ye. Ji derve ve cihêtiya zayendan ji bo newekhevî û zextan dibe hincet. Lê dema mirov di kûrahiya dîrokê de lê dinihêre, jin bûne qurbanên pêşîn ên serweriya civakî û siyasî. Jin çîna pêşîn a newekhevî û koletiya li ser mirovayetiyê ne. Sedema ku ez bala xwe didim ser pirsgirêka jinan ji pirsgirêka rûmetê wêdetir e. Li hemberî pêdiviyên zayendî yên basît e. Dema ku zayend tên ba hev, ji ajoya zayenda ya heywanî wêdetir, mirov karibe wê derxe asta dostanî û hevrêtiya mezin, ji bo min wekî gaveke wêrek hat. Min dît ku dema mirov naxwaze nêzî jinan bibe jî tirsonektî ye. Bi hêzeke ji bo tîbûna azadiyê min bala xwe da ser pirsgirêkê. Min gelek analîz kir, axaftinên li ser diyalog û kûrahiya wê kir. Ne wekî xwediyên wan lê wekî hunermendekî, ji sekneke fîzîkî ya bedew heta ku bibin çirûska jêhatibûnê min mudaxeleyî her tiştê wan kir. Gihiştin, mezin bûn lê hê jî ne ta bû. Jiyana bi nalet û efendiyên wan ên mer li ber serê wan bû. Ji tecrube û hostetiyê bêpar bûn. Bi vê êşê xwe ji kendalan avêtin. Di agiran de şewitandin, bi bombeyan parçe kirin. Wan ji bo qehremantiyê her tişt kirin. Lê bi tenê bûn. Mêrantiya li hemberî wan ji xeynî helwesta qebe, dostanî û hevrêtiya mezin neanîn bîra xwe. Wekî kulîlkan diçilmisîn.

ŞERÊ JINAN

PKK di serî de min xwest nîşanî hemû derdoran bidim ku şerê jinan ne şerekî basît e. Min xwest bi qasî xwedayên zordest û derewîn ên mêr, cîhana xwedawendên ku hêza rastî û evînê ye, hurmet û hezkirina hewce bi awayekî bi rêgez were nîşandan.

ŞEHÎDÊN ME YÊN MEZIN ÊN JIN

Xayîn û sîxur jî derkevin holê, qet ne mumkun e mirov kesên ji dil û can tevlî van hewldanan bûye ji bîr bike. Wekî azîzeyên herî pîroz ên vê axa me û gelê me, şehîd her dem wê werin bîranîn. Ew wekî xwedawendên rastîn ên wêrek in. Yekîtiya yên mane û partîbûna wan, ez bi hurmet nêzik bûm, min alîkarî da wan. Min her dem got divê garantiya jiyana azad û bedew bin. Bi baweriya ku wê rojekê teqez bigihêjin jina ku mêrên derewîn û zordest bidin sekinandin, min heta dawî hewldana xwe domand.

Ez dizanim min jin dixist rewşeke dijwar. Dizanim min ew dikirin parçeyekî ji agir. Ez dizanim hinekên ji nav wan dijminatiyeke mezin û neheqî dikirin. Lê ez dizanim min ew jî bi tenê hiştiye. Lê heqîqeta ku divê werin zanîn, divê evqasî xurt bin ku ew karibin qedera aştî û şer jî diyar bikin. Heta ku ev nebe jiyan heram e. Heta ev nebe evîn nabe. Heta ev nebe hesret bi dawî nabe. Tenêtî û veqetandin, ji bo bidestxistina vê mezinatiyê divê rêyeka were derbaskirin be û wekî fatûrên deynan in divê werin dayîn.

Ji wan şehîdên me yên mezin ên jin, min heta dawî fêm kir ku divê jin hebûneke bi nirx be. Tişta ku bi wan re dihat jiyîn, evîna bidestxistina ji nû ve û bi azadî ya nasnameya welatekî winda yan jî ya civakî bû. Ev jî evîneke gelekî bi qîmet, mezin û heqîqî ye. Ev evîneke wisa bû, xayîn û sîxuran jî gelek bûn. Min jî bi vî awayî him bîranîna Mem û Zîn zindî dikir û him jî pêk dianî.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin)