Ji Efrînê çîrokên berxwedanê
Gelê Efrînê çîroka xwe ya hezkirin û berxwedanê didomîne. Ji ber vê di nav gelan de bûye remza xwîşk û biratî, aştî û wekheviyê.
Gelê Efrînê çîroka xwe ya hezkirin û berxwedanê didomîne. Ji ber vê di nav gelan de bûye remza xwîşk û biratî, aştî û wekheviyê.
Gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a qirker ji warên xwe koçber bûne. Ligel koçberiyek dûv û dirêj û şert û mercên dijwar ên jiyanê jî, xwedî hêvî û baweriyek xurt in ku dubare vegerin ax û warên xwe. Berxwedana Efrînê bi hezaran çîrokên berxwedanê afirand. Hiştiye ku çîrokên meşa têkoşînek bênavber were nivîsin.
Ajansa me ANF'ê ji wan çîrokan hinek berhevkirin û ji bo nirxên berxwedanê mayînde bibe bi we re parve dikin.
Şaziye Îbrahîm a ku dayika Şehîd Elî û Şehîd Berhat e, di hevpeyvîna ku bi ajansa me re kir de destnîşan kir ku di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşekê dijwar a birin ser Efrînê. Şaziye Îbrahîm di axaftina xwe de behsa gelek çîrokên berxwedanê kir û anî ziman ku di dema şer de ew jî li Racoyê gel şervanan bûye. Şaziyê Îbrahîm wiha axivî:
“Min xwest li wir bi şervanan re bimînim. Min digot, heger ji min av bixwazin, ez ê ji wan re bînim, heger xwarin bixwazin ez ê ji wan re bibim. Bi giştî min dixwest ez morale wan bilind bikim. Efrîn keleha berxwedanê ye. Di berxwedana Efrînê de gelek çîrok hene û bi anîna ziman xilas nabin. Lê ku cewhera van çîrokan raber dikir, dirûşmeya: 'Efrîn azad e û kes nikare dest bavêje axa me' bû."
Şaziya Îbrahîm anî ziman ku zarokê gelek şervanên Efrînê hebû û wiha domand: "gelekan jî ji ber berxwedanê nikarîbûn zarokên xwe bibînin. Dema peywendî bi hevjînên xwe re çêdikirin, tenê dixwestin girî jî be, dengê zarokên xwe bibihîzin. Lewre dizanîbûn wê carekê din wan nebînin."
Şaziyê ji bo derketina ji Efrînê jî ev tişt anî ziman: "biryara derketinê bi rêveberiya Xweser re hat parvekirin. Piştre me biryar da ku em biçin herêmên Şehba û Til Rifatê. Binêsaziya wê herêmê wêran bûbû û çûk jî li wir nedifirîn. Bi tevî zehmetiyan gel bi îradeya xwe Şehba veguherand cihê jiyana azad. Ligel êrîşên dewleta Tirk li Şehba jî didomiya herkes berxwe da û helwdana avakirina jiyanê bernade. Biryara derketina ji Şehbayê ji ya Efrînê dijwartir bû. Dema ku em ji Efrînê derketin, em bi heval û hêzên xwe re derketin, lê li Şehbayê rewş pir cuda bû. Me nizanîbû ka çi bûye, çete di nav gel de komkujiyan dikir û ji berê de bi veşartî ketibû nav gel. Mêran li ber çavên jin û zarokan dikuştin."
Şaziye Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdan kir û got: "bibin yek û destê xwe bidin hev û du. Ji bo ku em ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin."