Ji bo şehîdên Parîsê konê sersaxiyê hat danîn

Li gelek navçeyên Qamişloyê ji bo kesên ku di Komkujiya Parîsê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hat danîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişlo ji bo şehîdên Komkujiya duyemîn a Parîsê konê sersaxiyê vedan, ku tê payîn heta sibe dewam bike.

Şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo (Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrik) di roja duyemîn de berê xwe dan konên sersaxiyê.

ÇILAXA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiyê li geraca navçeyê veda.

Bi dehan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn, ku tê payîn du rojan dewam bike.

Di bin kon de emdamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Kerho axivî, şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anîn û got: “Ev ne cara yekê yek ku li dijî Kurdan li nîva Parîsê komkujî tê kirin û hikûmeta Fransayê bêdeng dimîne.”

Kerho bang li hikûmeta Fransayê kir ku têkildarî komkujiya duyemîn a Parîsê lêpirsîneke zelal bide destpêkirin. Her wiha soz da hemû şehîdan ku li hemû qadan têkoşîna ji bo doza Kurdî li dijî hemû rengên êrîşan, bilind bike.

Endamê rêveber ê Meclîsa Navçeya Çilaxa Mihemed El Faris jî komkujiya duyemîn a Parîsê ya li dijî Kurdan şermezar kir û got: “Hebûna me li vir bi hev re israra me ya têkoşîna li dijî hemû êrîş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku Kurdên li wir biparêze.”

TIL KOÇER

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê ji bo komkujiya duyem a Parîsê li Qada temwînê ya rojavayê navçeyê konê sersaxiyê veda.

Di roja yekem a çalakiya kon de ku tê payîn du rojan dewam bike, bi dehan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û jinan beşdar bûn.

Di bin kon de, endamê Meclîsa MAlbatên Şehîdan Salih Kino axivî, pesna rola şehîdan di parastina destkeftiyên gelan de da.

Roja yekemîn a merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” û “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

TIL BIRAK

Partiya Yekitiya Demokratîk bi hevkariya saziyên sivîl ên navçeya Til Birakê li pêş avahiya xwe konê sersaxiyê ji bo şehîdên Komkujiya duyem a Parîsê veda.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî yên her du navçeyên Til Birak û Til Hemîs beşdarê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de, endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê navçeyê Ebdullah El Cemîl axivî û “ev karê terorîstî” şermezar kir. Her wiha banga yekitiyê kir.

Endamê PYD’ê Xalib Sedûn jî bang li azadîxwazên cîhanê û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember kiryarên Enqereyê yên dijî Kurdan û armancên wan ên rewa, ji bêdengiya xwe derkevin.

Bi nave şêx û rûspiyên Til Hemîsê jî, şêx Mihemed El Yûsif axivî û got: “Em vê karê qirêj şermezar dikin. Em li vir Ereb, Kurd û Suryan yek gel in, ji berê de bi hev re dijîn. Ev erdê me ye û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin.”

Bi nave şêx û rûspiyên Til Birakê jî şêx Ehmed El Hiwêder axivî û got: “Ev karên terorîstî ne li gorî mirov û mirovahiyê ne.”

Endamê PYD’ê Ebdulhemîd Fatimê jî bal kişand ser dirustbûna projeya xwişk û biratiya gelan ku hemû pêkhateyên herêmê di bin alekê de kom kirin.

Tê payîn ku merasîma sersaxiyê îro bi dawî bibe.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî di roja duyemîn de saziyên civaka sivîl, şarîdarî û jîngeh, Kongreya Îslama Demokratîk, Aakdemiya Civaka Demorkatîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk û Yekîtiya Mamosteyan berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê.

Konê sersaxiyê li pêş Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatiye vedan. Endama Yekîtiya Mamosteyan a herêma Cizîrê Fatima Mamo axivî. Fatima bêdengiya cîhanê li hember komkujiyên li dijî şoreşgerên Kurd şermezar kir û got: “Ne tesadûf e ku êrîşeke beriya salvegera komkujiya 9’ê Çileyê ya li dijî sê şoreşgerên Kurd pêk were. Îro jî heman senaryo li dijî gelê me dubare dibe. Ji ber ku tu helwestên cidî li hember van êrîşan tune ne, ev komkujî dubare dibin.”

Fatima bang bilindkirina têkoşînê kir, da ku berpirsên van komkujiyan bên muhasebekirin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratî Hecî Ereb jî got: “Ji dema komploya li djiî Rêber Ocalan pêk hatiye ve, komployên dijî gelê me dewam dikin da ku hêviyên azadî û demokrasiyê yên gelê me têk bibin.”

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bavê şehîd Yilmaz Şero, Şêro Mihemed Şero bang li hikûmeta Fransayê kir ku vê komkujiyê nenixumîne û lêpirsînê bide destpêkirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê, bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, partî tevlî merasîma sersaxiyê bûn ku ji bo şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn hatiye lidarxistin.

Di merasîmê de, endama rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Etiye Hisên axivî û bang li eşkerekirina detayên komkujiyê kir û got: “Ev komkujî berdewama siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd e.”

Piştî wê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê Silêman Hisên wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Kurd dike ku wî ji xwestina mafê xwe di azadiyê de, dûr bixe.”

Endamê Partiya Yekitiya Suryan, Corc Yusif axivî û teqezî bi pêwîstiya têkoşînê kir û got: “Êdî kes nikare nasnameya me biçewsîne. Ji ber ku me rêya têkoşînê hilbijart û heta mafên xwe yên rewa bi dest bixin, dê li ber xwe bidin.”

DÊRIK

Şêniyên navçeya Dêrikê tevlî konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiyê Parîsê ya duyemîn bûn ku li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hatiye vedan.

Di merasîmê de, bi dehan şêniyên navçeyê, endamên Meclîsa Navçeyê, Kongra Star, saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan û PYD’ê beşdar bûn.

Di merasîmê de, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Mecîd axivî û got : “Komkujî berdewama êrîşên li dijî vîna gelên berxwedêr e ku hewl didin bi rêya felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, bigihêjin azadiyê.”

Mecîd destnîşan kir ku êrîş, di şexsê şehîd Evîn (Emîne Kara) de têkoşîna jinan kir hedef û soza şopandina têkoşînê li ser şopa şehîdan da.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman çarçoveyê de, bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê tevlî konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn bûn ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya Paymengeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê li dar ketiye.

Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê Seîd Mihemed axivî û teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê û hilanîna tola şehîdan kir.