Ji bo şehîd Arvîn Tolhildan li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn

Li Kobanê, ji bo şehîd Arvîn Tolhildan konê sersaxiyê hate danîn, ku di encama êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de li Zapê şehîd bû.

Ji bo gerîla Arvîn Tolhildan (Perwîn Mihemed) a ku 5'ê Mijdara 2022'an li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de şehîd bû, li gundê Helincê yê Kobanê konê sersaxiyê hate vedan.

Bi sedan kes ji şêniyên herêma Firatê, nûnerên saziyên rêveberiya xweser û Saziya Malbatên Şehîdan serdana konê sersaxiyê kirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh li bîranînê axivî û sersaxî ji hevrêyên Arvîn Tolhildan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest.

Salih Nûh got, "Berxwedaneke pir mezin heye. Şehîd jiyana aştiyane ji bo gelan ava dikin. Em soz didin şehîdan ku em ê rêya azadî û berxwedanê bişopînin. Faşîzma dewleta Tirk bi her cûre çekên li ber destê xwe êrîş kir, lê bi saya berxwedana gerîlayên azadiyê wê dewleta Tirk her tim têk biçe."

Salih Nûh diyar kir ku Arvîn Tolhildan ji boa zadiyê heta kêliya dawî têkoşiya û got, "Arvîn çû, wê bi hezaran Arvîn rêya wê bişopînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser xeta azadiyê bin."

Piştî xwendina wesîqeya şehîd, gel derbasî binê konê sersaxiyê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.