Ji bo du şervanên QSD’ê merasîmek hate lidarxistin
Bi sedan kes li Sirînê tevlî merasîma veşartinê ya şervanên QSD’ê Mihemed Şêxo û Hisên Huzeyfa bûn.
Bi sedan kes li Sirînê tevlî merasîma veşartinê ya şervanên QSD’ê Mihemed Şêxo û Hisên Huzeyfa bûn.
Şervanên QSD’ê Mihemed Şêxo û Hisên Huzeyfa 6’ê Kanûnê dema erka xwe li navçeya Sirînê bi cih dianîn, şehîd bûbûn.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên her du şehîdan bi merasîmekê li goristana şehîdan a Sirînê spartin axê.
Di merasîmê de Cîgira Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Neda El Cadir axivî û bal kişand ser berxwedana gelên herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Gelê herêmê ji gefan natirse.”
Ji rêveberên Meclisa Sirînê Ezîz Ehmed jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku niştecihên resen ji warê wan koçber bike, sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Ehmed banga hevgirtin û xurtkirina têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker li gelê herêmê kir û got: "Bi têkoşînê em dikarin serkeftinê di vî şerî de mîsoger bikin."
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" hatin veşartin.