‘Ji bo darezandina Tirkiye pêwîste komîteyek lêpirsînê bê avakirin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kir ku divê komîteya lêpirsînê da ku rastiyên bikaranîna çekên qedexekirî eşkere bike, bê avakin.

Daîreya TêkIliyên Derve û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bikaranîna çekên qedexekirî ya dewleta Tirk û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Civîn li navenda daîreyê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer û Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa, hate lidarxistin.

Di civîna çapemeniyê de, Abdulkerîm Umer daxuyaniyek da raya giştî. Li aliyekî din jî Ciwan Mistefa wêneyên di derbarê bikaranîna artêşa dewleta Tirk a dagirker a çekên qedexekirî de dane pêşandan.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

Li gor qanûnên navneteweyî di derbarê binpêkirinên bi mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk, komên teror û çeteyan ve pêk tînin de, divê bên lêpirsîn û darizandin.

Ev zêdegavî, binpêkirineke eşkere ye qanûn, peyman û mîsaqên navdewletî ne. Her wiha tişta ku bûye û hê jî li Efrînê ji sûcan pêk tên, pêwîstî bi avakirina komîteya lêpirsîn û hesabxwestinê heye. Li aliyekî dîtir jî li Serêkaniyê û Girê Spî ji 9’ê Cotmehê ve heta vê kêliyê, dewleta Tirk û çeteyên wê tevahî qanûn, peyman û mîsaqên navdewletî binpê kirine. Heta ku lûtkeya vê binpêkirinan jî dewleta Tirk çekên qedexekirî li dijî gelê sivîl bikar anî. Di encamê de zarok jî di nav de 30 kes bûn hedefa çekên qedexekirî.

Divê tevahî sazî û rêxistinên pispor, di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û Biyolojî helwest û xebatên xwe di derbarê bikaranîna çekên qedexekirî de eşkere bikin û belgeyên bikaranînê jî hene.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku daxwaza me pêwîstiya yekalî û şopandina binpêkirinên dewleta Tirk a bikaranîna çekên qedexekirî ye. Her wiha jî hewldanên dewleta Tirk ên veşartina sûc û qedexekirina avakirina komîteya lêpirsînê ya navdewletî bi rêya dayîna 30 hezar eruo ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) re di 17’ê Cotmehê ya heman dîroka bikaranîna dewleta Tirk a fosfora spî de, şermezar dikin û ev jî ne rasthatinek e.

Li gel me belge û sepandinên ku dewleta Tirk şermezar bike, hene. Em amade ne ku komîteyên pispor pêwaz bikin û pê re di derbarê xebata yekalî de li cihên êrîşên dewleta Tirk ku pêk hatine, hevkar bin.

Di derheqê vê helwestê de banga pêwîstiya tevgera lezgîn dikin û mijarê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi rêbazên erzan û ne qebûlkirî derbas nekin. Wê bi wê re jî cîhan tevahî ji qanûnên edalet, maf û berpirsiyatiyê vala be û ev jî wê bibe piştevaniyek ji dewleta Tirkiyê re ku siyasetên derqanûnî bi hêsantirîn pêk bîne. Rewşên ku piştrast dikin ku çekên kîmyawî yên qedexe hatine bikaranîn, divê di bergiriyên bijîşkî û qanûnî re derbas bibin û piştre dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar û ceza bikin."

Piştî daxuyanî bi dawî bû, Ciwan Mistefa wêneyên sivîlên ku bermahiyên şewatên bikaranîna artêşa dewleta Tirk a dagirker a fosfora spî li ser hene ku bi rêya balafiran li dijî cihên sivîlan bi kar anîne, dan pêşandan.

Ciwan Mistefa bang kir ku pêwîstiya lezgîn a avakirina komîteya lêpirsînê beriya bermahiyên bikaranîna çekên qedexekirî winda bibin, heye.