Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helinceyê meşek hat lidarxistin

Kongra Star şehîdên Komkujiya Helinceyê bibîr anî û soza xwe ya şopandina rêya jinên têkoşer nû kir.

Kongra Star a Kantona Girê Spî îro li navçeya Eyn Îsayê bi boneya salvegera Komkujiya Helincê meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî beşdarî meşê bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di 23’yê Hezîrana 2020’an de bi balafireke bêmirov a biçek mala dayika Emîne Weysî ya li gundê Helincê yê herêma Firatê kir armanc, di encamê de têkoşer Zehra, Hebûn û dayika Emîne şehîd bûn.

Meşê ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şaredariyê ya li naverasta navçeyê ve dewam kir. Beşdaran wêneyên her sê şehîdan (Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û dayika Emîne Weysî), wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û QSD’ê rakirin.

Beşdaran bênavber sloganên “Bijî berxwedana jinan, bijî jina azad, na ji dagirkeriya Tirk re” berz kirin.

Li Çerxerêya Şaredariyê endama Koordînasyona Kongra Star Emîre El-Omer axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina her sê têkoşeran Zehra Berkel, Hebûn û dayika Emîne xwest berxwedana jina azad têk bibe û berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de û berxwedana Kobanê ya 2015’an ku dawî li rêxistina terorîst (DAIŞ) aniye, bişkîne.”

Emîre bêdengiya civata navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî jinan şermezar kir û bang lê kir ku li dijî van sûcan bisekine û li ser van sûcan hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Eyn Îsa Zehre El-Weys jî wiha axivî: “Gelê Eyn Îsa îro bi armanca redkirina sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêman wan li vir in. Em soza şopandina rêya têkoşerên ku canên xwe di oxira parastina mafên jinan û jiyana birûmet de dane, nû dikin.”

Zehra El-Weys bang li civata navneteweyî kir ku li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

Mitîng bi sloganên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Bi heman armancê û di çarçoveya hemleya çalakiyan a Koordînasyona Kongra Star li herêma Firatê têkildarî nêzîkbûna salvegera 2’yemîn a Komkujiya Helincê de daye destpêkirin de, endamên Kongra Star li Herêma Firatê îro belavok li saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên kantona Kobanê belav kirin.

Belavok bi sernavên “Na ji kuştina jina siyasetmedra re” bû û tê de behsa têkoşîna şehîdên Yekîtiya Jinên Ciwan û şehîdên Komkujiya Helincê hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku duh Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê wêneyên hemû şehîdan li kolanên sereke yên Kobanê daliqandibûn.