BI DÎMEN

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, demek dirêj e li Rojava pirsgirêka elektirîkê heye

Îbrahîm Elî Yûsif diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîn jî pirsgirêka elektirîkê didome û got ku divê rêxistinên navneteweyî vê rewşê bişopînin û bibînin ku dewleta Tirk şerekî çawa li dijî gel dimeşîne.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a 5’ê Cotmeha 2023’yan de zirarên mezin gihiştin kargehên gazê, kehrebê, mirovî, tenduristî û hemû saziyên xizmetguzariyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hevserokê Nivîsgeha Kehrebê ya bajarê Qamişlo û Berpisyarê Stasyonên Dabeşkirina Elektirîkê ya Kantona Cizîrê Îbrahîm Elî Yûsif têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.

REWŞA ELEKTIRÎKÊ BERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Îbrahîm Elî Yûsif diyar kir ku ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan bajar û navçeyên wek; Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxe û Siwêdîkê bê elektirîk man û wiha got: “Bi awayek giştî Kehrebe li ser van navçe û bajaran hatiye qutkirin. Katona Cizîrê ji çar çavkaniyên kehrebê pêk dihat Stasyona Cibisê ku ji sê tûrbînan pêk tê, elektirîkê dida Şedadê, Holê û Stasyona Sed El Cinûb. Ya duyemîn jî Çemê Firatê ku dida bajarê Hesekê û deda 6 stasyonên elektirîkê, Stasyona Xezle, Mubesita, Sed El Şerqî û Sed El Xerbî û Til Temir. Em werin li ser her du navendên Siwêdîkê ya yekemîn tûrbîbên Petrolê ji 7 tûrbînên elektirîkê pêk dihat û elektirîk dida hemû tesîsên petrol û xazê, di heman demê de dida bajarê Dêrikê û bajarê Koçerata tevahî, ya duyemîn jî Tûrbînên Muesesê ku ji 5 tûrbînan pê dihat û dida bajarê Qamişlo, Amûdê û Derbêsiyê.”

REWŞA ELEKTIRÎKÊ PIŞTÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Îbrahîm Elî Yûsif destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser stasyonên elektirîkê, li Siwêdîkê tûrbînên wê bi giştî hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin û ev tişt hate gotin: “Yên Firatê jî têra hemû bajaran nake lê em neçar man ku em ji Firatê elektirîkê bikişînin û bidin firne, bîrên avê û bidin navendên stratejîk tenê. Her wiha ji ber ku elektirîka gundan tuneye rojê du seatan em elektirîkê didin wan. Lê li bajaran qet kehrebe tuneye.”

Îbrahîm Elî Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd şerê taybet dimeşîne û wiha pêde çû: “Ruxmî ku 12 tûrbînên me yên Siwêdîkê hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin ev tûrbîn jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî tune ne divê ji derveyî sûriyeyê werin şandin. Ev jî bi milyonê dolaran dixwaze. Lê nivîsgeha me ya elektirîkê û kargehên me yên elektirîkê hemû hewldanên xwe dikin da ku ji her 12 tûrbînan herî kêm 2 tûrbînan çareser bikin. Ji bo ku hinekî jî li ser tûrbênên Firatê kêm bibe ji ber wek ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî me de avê jî bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker ji bilî 200 m avê bernade ev jî têrê nake. Li Firatê 10 tûrbînên me hene ji 2 tûrbînan pê ve kar nakin ev jî ji sedema avê.

Dewleta Tirk a dagirker du caran êrîşî stasyonên me yê elektirîkê kir. Destpêkê di 5 Cotmeha 2023’yan de êrîşî stasyona bajarê Qamişlo, Amûdê û Tirbesbiyê kir. Lê piştî êrîşan me dikaribû ku stasyonên xwe yên elektirîkê careke din bikin tevgerê. Lê cara duyemîn di 12’ê Çileya 2024’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşek pir mezin û giran li ser stasyonên elektirîkê kir, zirarên pir mezin da. Stasyona Dirbêsiyê, Qamişlo, Amûdê, Tirbesbiyê û tûrbînê Siwîdîkê bi giştî bi balafirên bêmirov hate bombebarankirin û hemû ji xizmetê derketin. Ji wê demê ve heya niha ev gel di vê tarîtiyê de ne, elektirîk bi temamî hat qutkirin.”

BÊ ELEKTRÎK XEBATÊN ROJANE NAYÊN KIRIN

Îbrahîm Elî Yûsif destnîşan kir ku bê elektirîk jiyana gel zehmet dibe û wiha berdewam kir: “Nêzî 7 bajar bê elektirîk mane, ev ji bilî gundên girêdayî van bajaran ku bi hezaran gundan jî bi vê yekê bê kehrebe mane. Rastî rewşa kehrebê berî êrîşan pir baş bû, me rojane 10 seat elektirîk dida gel ji ber pêwîstiyeke pir mezin bi elektirîkê heye. Mirov bê elektirîk nikare kar û xebatên xwe yên rojane biqedîne, kargehên me bi giştî hatin rawestandin ji ber wê me bi rewşeke lezgîn elektirîk ji Firatê anî kargehan da ku miletê me bê av û xwarin nemînin. Rastî ji bo çandiniyê jî me nikarî ku elektirîkê bidin her bîrê avê. Ji ber tûrbînên elektirîkê yên Firatê têrê nakin. Her wiha li gelek bajarên weke Qamişlo, Amûdê, Tirbesbiyê, Dirbêsiyê, Çilaxe û Dêrikê av hatiye qutkirin.”

ALÎLKARÎ NEHATINE KIRIN

Îbrahîm Elî Yûsif wiha axaftina xwe dewam kir: “Tu alîkarî ji milê madî, ji derve ji bo alîkariya me ku em van stasyonên elektirîkê çareser bikin nehatiye. Gelek rêxistin hatin dîmenê van stasyonan dikişandin, lê tu alîkarî ji bo van stasyonan nehatiye kirin. Ev cihên xizmetê ji bo gel in, dibe ku bi awayek lezgîn werin çêkirin lê rastî ew hêza me ya madî tune ye ku em çareser bikin. Ji ber ku ev stasyon bi milyonê dolaran dixwaze heya ku çareser bibe. Di heman demê de em nikarin demê jî nîşan bidin ji ber ku zirarek pir mezin çêbûye, lê dîsa jî em li ser wan dixebitin û em ê hemû hewildanên xwe bikin da ku em wan çêkin.

Em wek Nivîsgeha Elektirîkê û hemû kargehên me yên elektirîkê di kar û xebatana de ne da ku vê rewşê vegerînin wek berê. Lê rastî jî pir zehmete ku were berê lê bê, ji ber ku hemû stasyon ji xizmetê derketine. Em dengê xwe digihînin hemû Rêxistinên Navnetewî ku werin vê rewşê bişopînin bila bibînin ku dewleta Tirk a dagirker şerekî taybet li dijî gel dimeşîne. Her tiştên ku xizmeta gel dikin kir hedef û wan ji xizmetê derxist. Ev rêbaz di her zagonên cîhanê de qedexekiriye.”