Ji ber bombardûmana dagirkeran zarokek birîndar bû
Ji ber bombardûmana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêx Îsa zarokê bi navê Ehmed Osman ji lingê xwe birîndar bû.
Ji ber bombardûmana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêx Îsa zarokê bi navê Ehmed Osman ji lingê xwe birîndar bû.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifatê ya Şehbayê barandin. Ji ber bombardûmanê zarokê 6 salî Ehmed Osman ji lingê xwe birîndar bû.
Osman ku ji lingê xwe yê çepê birîndar bû ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya bajarokê Fafînê.