Însiyatîfa ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li saziyên hiqûqê yên cîhanê kir

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li Gemlîkê fikarên wan ên der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de hê zêdetir bûne û bang li saziyên hiqûqê yên cîhanê kir ku li peywira xwe rabin.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku di saet 15.14’an de li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi pileya 4.1 erdhej çêbû. Hate diyarkirin ku erdhej di 10.86 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye. Ev dever nêzî Girtîgeha Îmraliyê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin.

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan der barê mijdarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa ne aram a ji ber erdhejan û bandorên wê fikarên gelê Kurdistanê û gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber fikarê me yên der barê rewşa Rêbertî de, her wiha ji ber baweriya me bi girîngiya rêxistinên tenduristî û hiqûqî yên cîhanî û Ewropî, em careke din bang li wan dikin ku rola xwe pêk bînin, dewleta Tirk neçar bikin bila di zûtirin dem de Rêbertî bibe cihekî ewle û tendurist û bila destûr bide malbat û parêzerên wî ji bo di zûtirîn dem de wî bibînin."