HRE’yê nasnameya şervanê xwe Zinar Amed eşkere kir

HRE’yê bi daxuyaniyekê nasanameya şervanê xwe Zianr Amed ê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Efrînê de 9’ê Adarê şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

HRE li ser mijarê ev agahî da:

“Di roja 9’ê Adarê de şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket.

Hevrê Zinar, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Di berxwedana me ya li hember dagirkeriyê de bi sekna xwe ya têkoşer rolek girîng lîst. Li hember her cûre tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêt. Hevrê Zinar di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî bibiryardariyeke mezin bi cîh anî û tevlî karwana şehîdan bû.

Em di şexsê hevrê Zinar Amed de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Amed

Nav û Paşnav: Muslim Korcî

Navê Dayikê: Şînaz

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Efrînê / 9’ê Adara 2020"