HRE’yê li Efrînê li dagirkeran xist: 6 dagirker hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn

HRE’yê ragihand ku di 4 êrîşên cuda yên li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî Tirk, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin û 10 leşkerên Tirk, 9 çete û 6 polîs jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîna dagirkirî, di navbera 22-28’ê Kanûnê de li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn. HRE’yê agahiyên berfirehên derbarê çalakiyên xwe de parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li hember herêmên me bênavber berdewam dikin. Herî dawî jî bi balafirên bêmirov û bi balafirên şer seranserî axa Rojavayê Kurdistanê hat bombebaran kirin. Di van êrîşan de bi piranî hemwelatiyên sivîl hatin hedefkirin. Li hember van êrîşan ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 22’ê Kanûnê de, li bajarê Efrînê çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîtek çeteyan hat îmhakirin.

Di roja 26’ê Kanûnê de, baregehên artêşa Tirk ên li Marê, Kefer Mizê û Kil Cibrîn hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 27’ê Kanûnê de, li bajaroka Babê li hember navendekî polîsan ya girêdayî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 polîs jî birîndar bûn. Di heman rojê de li Efrînê li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hatlidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha wesayîtek çeteyan hat rûxandin.

Di roja 28’ê Kanûnê de, li bajaroka Babê li hember du baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerek artêşa Tirk, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin, 10 leşkerên artêşa Tirk, 9 çete û 6 polîs jî birîndar bûn.”