HRE li Ezazê li çeteyan da: 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Ezazê 26-28’ê Nîsanê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk du çalakiyên sekvaniyê lidar xistine û 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgarya Efrînê ragihand ku wê çalakiyên şervanên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn û derdorî wê bi bandor bi domînin.

HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî dan: “Di dîroka 26 Nîsanê de, li gundê Kilcibrîn ya girêdayî herêma Ezazê ji aliyê hêzên me ve bi çalakiyekê sekvanî çeteyekî girêdayi arteşa Tirk hate hedefkirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

28’ê Nîsanê jî li gundê Kefer Xaşir ya girêdayi herêma Ezazê hêzên me çalakiyek din a sekvanî li hember paygehek çeteyên Ceyş el-Watanî lidar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.”