HRE: Li Efrînê 7 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên wan de 7 çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hatine kuştin û 19 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên dawî yên hêzên xwe daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 16’ê Adarê hêzên me li Efrînê li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete birîndar bûn.

Roja 18’ê Adarê hêzên me li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 1 çete hat kuştin û wesayitek hat rûxandin.

Bi giştî di encama çalakiyên 2 rojan de 7 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber bombebaran dikin."