HRE: Li Efrînê 6 dagirker hatin kuştin û 15 dagirker jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî kirine û di van çalakiyan de 6 dagirker hatine kuştin, 15 dagirker jî birîndar bûne.

HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan li Bilbilê, Raco û Şêrawaya Efrînê li hêzên dewleta Tirk a dagirker dane.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyan ev agahî belav kir:

"14’ê Nîsanê, li navçeya Bilbilê di çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

16’ê Nîsanê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

23’yê Nîsanê, li Efrînê di çalakiya sabotajê de 3 çete birîndar bûn. Heman rojê, li Babê li hember konvoyeke artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî 3 leşker û 4 çete birîndar bûn.

24’ê Nîsanê, li Efrînê di çalakiya hêzên me de 2 çete birîndar bûn.

26’ê Nîsanê, li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin. Derbarê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. "