HRE: Li Efrîn û Ezazê 9 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên yekîneyên wan ên 5-6’ê Hezîranê yên li Efrîn û Ezazê de bi kêmanî 9 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek nivîskî li ser çalakiyên hêzên xwe yên li Şêrewa, Cindirês, Şera yên Efrîn û Ezazê yên li dijî leşker û çeteyên Tirk da.

HRE ragihand ku hêzên wan bi rêzeçalakiyên cuda li navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Şera û herêma Ezazê leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin hedef.

HRE li ser çalakiyan ev agahî dan:

5’ê Hezîranê hêzên me bi çalakiyekî li leşkerên Tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa dan, di encamê de 2 leşker ku yek jê serbaz bû hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

5’ê Hezîranê hêzên me çalakiyek li dijî komeke çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Mersa yê girêdayî navçeya Şera lidar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

6’ê Hezîranê hêzên me bi çekên giran li komeke çete ya bi ser artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herema Ezazê dan, di encamê de çeteyek hat kuştin.

6’ê Hezîranê yekîneyek me çalakiyeke li dijî wesayîteke leşkerî ya girêdayî çeteyên li navenda navçeya Cindirêsê lidar xist. Di encamê de wesayît hat rûxandin, çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek ji çeteyan hewl dan çeteyên kuştî û birîndar rakin, hêzên me di vê navberê de mayînekî din di koma çete diteqîne, di encam de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên ku hatin lidar xistin de 9 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin 5 ji wan brindarbûn her wiha seyareyek leşkerî hat ruxandin.”