HRE: Li Şera û Şêrawa 5 çeteyên dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan ên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got di çalakiyên li navçeyên Şera û Şêrawa yên li Efrînê de 5 çeteyên dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye;

“Hêzên me bi du çalakiyên cuda li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê li çeteyên dewleta dagirker a Tirk xistin û 5 çete hatin kuştin.

Roja 2’ê Hezîranê hêzên me bi çalakiyek berfireh bi ser paygehek leşkerî ya çeteyên Ehrar el-Şam ya li derdora gundê Vêlat El Qadî yê girêdayî navçeya Şera de girtin, di encamê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di şer de 5 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, he rwiha hêzên me çakek AK-47, rextek û telefonek desteserkirin.

3’ê Hezîranê jî yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyeke leşkerî ya grûpa serçete Ebdullah Helawê yê girêdayî Firqet el-Hemze li gundê Basûtê yê ser bi navçeya Şêrawa li dar xistin, di encamê de 2 çete birîndar bûn û seyareya leşkerî hate derbkirin.

Di dema şer de pêwendiya me bi şervanekî me re qut bû. Di derbarê çarenûsa wî de em ê di dema pêş de agahiyan bi raya giştî re parve bikin.”