HRE: Di rêze çalakiyên hêzên me de 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di rêzeçalakiyên hêzên wan ên li navçeya Şêrawa, Cindirêsê û Herêma Mareyê de 7 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Roja 2’ê Hezîranê hêzên me li dijî  leşkerên Tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek lidarixst. Di encamê de leşkereke Tirk û çeteyekî koma çete ya bi navê Cebhe el-Şamiyê hatin kuştin û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Heman rojê yekîneyek me çalakiyekî sekvanî li gundê Seyid Elî  yê girêdayî bajarê Marê li dar xist, di encamê de çeteyekî girêdayî dewleta dagirker a Tirk hat kuştin.

Heman rojê hêzên me bi çalakiyekî berfireh li baragehekî çeteyên bi navê Feyleq El Şam li gundê Kebaşîn yê girêdayî navçeya Şêrawa dan. Di encamê de baregeh hat rûxandin, 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di heman dîrokê de yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Cebha el-Weteniyê li navçeya Cindirêsê li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin û seyare hat teqandin.”