HRE: Di navbera 6-15'ê Hezîranê de 11 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di navbera 6-15'ê Hezîranê de di çalakiyên dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker de 11 dagirker hatin kuştin, 13 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 6 û 15'ê Hezîranê de li dijî çeteyên dagirker çalakiyên xurt hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, encamên çalakiyan wiha ne:

"6'ê Hezîranê li Efrînê li ser rêya Cindirêsê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin

7'ê Hezîranê li bajarokê Rayî yê navçeya Babê, li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha motorek hate ruxandin.

8'ê Hezîranê li Efrînê, li taxa Mahmudiyê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin brîndarkirin, erebeya wan hat derbekirin.

11'ê Hezîranê li gundê Til Cilbirînê yê navçeya Ezazê nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

12'ê Hezîranê li Cerablûsê li hemberî çeteyên dagirkeriyê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek bi navê Feysel Xelîl hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

15'ê Hezîranê li gundê Kefercenê yê navçeya Şera di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat rûxandin.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 13 çete jî birîndar bûn."