HRE: Bi kêmanî 10 çete hatin kuştin 14 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên navbera 21-23’yê Nîsanê yên li Şêrawa, Cerablûs, Rîa û Erfînê de bi kêmanî 10 çete hatin kuştin, 14 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe ev agahî da: “21’ê Nîsanê hêzên me rêya di navbera gundê Kîmarê û Beradê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

23’yê Nîsanê hêzên me li bajarê Cerablûs û Raî li dijî çeteyên artêşa dagirker 3 çalakiyên sabotajê lidar xistin. Di encama her 3’ê çalakiyan de 8 çete hatin kuştin, 11 çete brîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.

Hêzên me li çerxerêya Maratê yê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin, lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de bi giştî 10 çete hatin kuştin, 14 çete brîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.”