HRE: 14 dagirker hatin kuştin, 7 jê leşker in

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir wan li Efrîn, Bab, Marê û Cindirêsê çalakî kirine û di van çalakiyan de 7 leşker û 7 çete hatine kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên xwe yên navbera 10 û 16’yê Cotmehê de yên li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HRE`yê hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin:

“Roja 10’ê Cotmehê di encama çalakiya taybet a li herêma Marê hat lidarxistin de serçeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

-Di heman rojê de li ser rêya Cindirêsê, di encama çalakiyekê de 2 çete birîndar bûn.

-Roja 11’yê Cotmehê, li herêma Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.

-Roja 12’yê Cotmehê, li herêmên Efrîn û Babê li hemberî çar baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên taybet hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha seyareyek doçka hat rûxandin.

-Di heman rojê de li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin. Derb li seyareyekê jî hat xistin.

-Roja 14’yê Cotmehê, li gundê Kefercanê ya herêma Efrînê, li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

-Roja 16’ê Cotmehê, li herêma Efrînê di encama çalakiyekê de seyareyek girêdayî çeteyên dagirker hat rûxandin.

-Di van çalakiyan de bi giştî 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û yek ji wan serçete 7 çete hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.”