HRE: 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku di encama rêze çalakiyan de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di navbera 17 û 24'ê Gulanê de li dijî dagirkerên dewleta Tirk rêze çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, 17'ê Gulanê li gundê Hecîka yê navçeya Racoyê, di çalakiya sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

HRE'yê diyar kir ku 18'ê Gulanê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek birîndar bû.

Hate ragihandin ku 19'ê Gulanê li herêma Cerablûsê li dijî dagirkaran çalakiya sabotajê hate kirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Li gorî daxuyaniyê 24'ê Gulanê li gundê Keferxweşê yê herêma Ezazê di çalakiyeke sekvaniyê de 2 çete hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li heman herêmê li gundê Kil Cibrînê jî bi droneyan li baregeheke dagirkeran hate xistin û di encamê de leşkerek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn."

Li gorî daxuyaniyê di çalakiyan de bi giştî 4 çete û leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 çete û 2 leşker jî birîndar bûn.