HRE: 16 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava meha Tîrmehê de gelek çalakiyên tolhildanê kirine û di encamê de 16 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava meha Tîrmehê de gelek çalakiyên tolhildanê kirine û di encamê de 16 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Ezaz, Bab û Şêrawayê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me bênavber berdewam dikin. Li hember van êrişan di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên me vê çalakiyên bibandor yên tolhildanê hatin lidar xistin.
Di vê çarçoveyê de:
Di roja 7ê Tîrmehê de, li herêma Babê du baregehên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin hedef kirin. Di encama van çalakiyan de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn û çeteyek hat kuştin.
Di roja 10ê Tîrmehê de, li gundê Kibeşînê ya navçeya Şerawa li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Di vê çalakiyê de herwiha çekek AK-47 û termalek hat desteserkirin.
Di heman rojê de, li herema Ezazê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşker hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 29ê Tîrmehê de, di navbera Marê û Ezazê de, li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di demek kurt de qontrola baregehê ket destê hêzên me. Dijmin du caran hewlda ku taqwiye bişîne cihê çalakiyê. Lê di encamê lêdana hêzên me de hêzên dijmin yên taqwiye mecbûr man ku paş ve bikişin. Di encamê vê çalakiyê de qasî ku hat zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha 3 çekên AK-47, 2 rextên AK-47, 1 çeka BKC, 1 çeka B-7 û 2 çente hatin desteserkirin, 3 motorsiklet jî hatin ruxandin.
Di roja 31`ê Tîrmehê de, li gundê Birc Heyder ya navçeya Şêrawa li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Di vê çalakiyê de herwiha 1 çeka AK-47, rext û 5 jarjorê vê, dûrbînek roj û telefonek hat desteser kirin. Di heman rojê de dîsa li herêma Şêrawa di encama çalakiyek din de jî 4 çete birîndar bûn.
Di encama van çalakiyan de bi giştî 1 leşker û 15 çete hatin kuştin, 4 leşker û 8 çete jî birîndar bûn. Ew çalakî ji bo tolhildana şehîdên meha Pûşperê hatin lidar xistin.”