HRE: 12 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên şervanên HRE’yê de yên ku di navbera 12-17’ê Gulanê de li dar xistin, 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 8 çete hatin kuştin.

Agahiyên li ser çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ne:

“Di roja 12’ê Gulanê de, li pêşiya gundê Til Medîq di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 13`ê Gulanê de, li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Di heman rojê de, li herêma Babê 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî birîndar bûn.

Di roja 14’ê Gulanê de, li xeta bajaroka Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 16`ê Gulanê de, li Babê baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 3 çeper û 3 konteyner hatin rûxandin, 2 seyareyên zirxî yên bi tîpa kîrpî hatin derbkirin.

Di roja 17`ê Gulanê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke taybet de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên di navbera rojên 12-17’ê Gulanê de bi giştî; 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.”