HPG: Gelek dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku hêzên wan li hemberî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine û gelek leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

LI HEFTANÎNÊ LI DERDORA QEREQOLAN OPERASYON HATE DESTPÊKIRIN

“Roja 23’ê Tebaxê saetên şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bi serûber herêma Xantûr ya herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman saetan ji qereqolên li ser sînor bi top û obusan herêma Xantûr hate bombebarankirin. Artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Heftanînê bi rêya çapemeniya xwe operasyonyeke berfireh bi awayê fîşal (zêdeyî) serwîsî raya giştî kiriye. Operasyona niha ya dagirkeran li derdora qereqola Serbed û herêma Şivan û Kirya Reş digire nava xwe. Li derveyî qereqolê ti tevgereke dagirkeran tuneye. Di bombebaranên hatine kirin de ti windahiyekî hêzên me nîne. Têkildarî tevgera li herêmê agahiyên ku bidestketin wê bi raya giştî re were parvekirin.

SABOTAJA LI DJÎ HÊZÊN OPERASYONÊ

Roja 18’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Milê Sûwara, Tepê Yadê, Hesena û Girê Çolya yê navçeya Silopya ya Şirnexê bi desteka wesayîtên zirxî operasyonek da destpêkirin. Hêzên me heman rojê li herêma Girê Çolya yekîneyeke operasyonê xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demek yekîneya operasyonê xistin bin kontrola xwe û roja 20’ê Tebaxê saet 19:00’an bi taktîka sabotajê li yekîneyê da. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 17:00’an li herêma Girê Çolya li dijî yekîneyek din a operasyonê çalakî lidarxist. Bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Di vê çalakiyan de artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

 HÊZÊN ME ÇÛN SER CENAZEYÊ 4 LEŞKERAN

Roja 21’ê Tebaxê saet 13:00’an hêzên me li Girê Çolya li dijî yekîneya operasyonê operasyoneke şoreşgerî li dar xist. Ji du baskan ve hêzên ketin çeperên dijmin û çûn li ser cenazeyê 4 leşkeran û dest danîn li ser çeka BKC. Hêzên me li gir çeperek din jî kir hedef û 3 leşkerên li gir kuştin. Di encama darbeyên xurt de li çeperên dijmin şewat derket û teqemeniya wan teqiya. Saet 14:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skoryksy ji herêmê rakir. Piştî çalakiyê saetên şevê artêşa TC’ê bi balafirên şer, helîkopter û balafirên keşfê herêm bombebaran kir. Di vê bombebaranê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Operasyon heta 23’ê Tebaxê dom kir di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.   

HÊZÊN ME LI WESAYÎTA AMAROKÊ DAN

Di 17’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a Elkêya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 18 û 19’ê Tebaxê de li Kato Kaval, Siwarê Xelê, Geliyê Marînos, Çelê Cengê, Nuqta Şehîd Demhat, Bosingê, Meydan Belekê, Girê Koordîneyê, Mezra Marînos, Geliyê Şehîd Kemal û Gêdûka Elkê operasyona xwe berfireh kiriye.

Di 21’ê Tebaxê saet di 09.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî konvoyeke hêza operasyonê ya ku li ser rêya Elkê û qereqola Kejanê bû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok bûye hedef û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li herêmê bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome.

DAGIRKER HEWL DIDIN TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRIN

Hemû rayedarên artêşa giştî ya Tirkiyeyê û medyaya AKP û MHP’ê ev operasyon bi xirecireke mezin domandine û şerekî taybet meşandine. Hêzên me li leşkerên di operasyonê de dane û dagirkeran xwestine vî tiştî veşêrin. Berxwedana gerîlayan a li hemberî vê feraseta dagirker û faşîst, hemû rastiyan derdixe holê. Ligel gotinên hêzên dagirker û faşîst ên ku dibêjin ‘me ew qedand’ gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serdema xwe ya herî xurt û taktîkî dijî ya ku bêtir nêzî serfiraziyê ye. Ev çalakiyên li hemberî polîtîkaya şerê taybet, berxwedana gerîlayên qehreman nîşanî dost û dijminan dide.

BALEFIRÊN ŞER LI GUNDÊ GÎSÊ DAN

Di 24’ê Tebaxê de (Îro) saet di 09.20’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Gisê ya Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”