Hêzên Rizgariya Efrînê: Şervanekî me şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand, şervanê wan Rojhat Hemdûş li Til Rifatê şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir, 26'ê Nîsanê li herêma Til Rifatê şervanekî wan şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Rojhat Hemdûş ku di berxwedana dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete de roleke girîng lîst, 26'ê Nîsanê li herêma Til Rifatê dema bi erka xwe tevdigeriya şehîd bû. Hevalê me Rojhat ku ji malbateke welatparêz a Efrînê ye, demeke dirêj di nava hêzên parastinê de cih wergirt û piştî dagirkirina Efrînê tevlî nava refên me yên berxwedanê bû.

Em hevrêyê xwe yê şehîd bi minet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevalê Rojhat derkevin."