Hêzên Ewlekariya Hundirîn wesayîteke bombebarkirî bêbandor kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li Til Hemîsê wesayîteke bombebarkirî hatiye bêbandor kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Hêzên me agahî girtin ku çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Til Hemîsê wesayîteke bombebarkirî amade dikin. Li ser vê yekê hêzên me ligel hêzên leşkerî li gundê Qeyrewan operasyonek li dar xistin.”

Navenda ragihandinê got: "Tîmên me yên pispor ên bombeyan îmha dikin, qazanek tijî teqemenî ya bi giraniya nêzî 200 kîlogramî bêbandor kirin."