Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Macid El Eqraî yê di encama krîza dil de şehîd bû, eşkere kir.

ROJAVA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema tevlêbûna xwe ya dewreyeke perwerdeyê ya li dijî hişbirê de, ji ber krîza dil a ji nişka ve, şehîd bûye.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û Paşnav: Macid El Eqraî

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Tebqa, 1 Gulan 1974

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Tebqa, 22 Tîrmeh 2024

Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Cotmeh 2024

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Macid ji dema ku tevlî hêzên me bûye, dîsîplîneke balkêş û beşdariyeke mezin a xizmeta civakê nîşan da. Bi hemû enerjî, berpirsyarî û dildarî erkên xwe bi cih dianî. Tevî ku demeke kurt beşdarî hêzên me, lê bû mînaka fedakariyê û xebata domdar a ji bo mîsogeriya ewlehî û aştiya herêma xwe. Her timî li pêş bû. Bi cidiyet erkên diket ser mile wî bi cih dianî. Lew re ji aliyê hevalên xwe û rêveberiyê ve dihat rêzgirtin. "

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Macid El Eqra re hat xwestin û soza domandina xeta şehîd hate dayîn.