Hêzên Asayîşê têkildarî teqîna li Hesekê daxuyanî da

Fermandariya Asayîşa Giştî ya Rojava-Bakurê Sûriyê têkildarî teqîna şevê din li Hesekê ku 7 kes birîndar bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê têkildarî teqîna şevê din li Hesekê pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş li dijî navendeke Hêzên Sotoro yên dibin banê Hêzên Asayîşê de pêk hat û di êrîşê de 7 kes birîndar bûne.

Daxuyanî wiha ye;

“Roja 30’ê Hezîranê saet derdora 21:40’an li dijî yekji navendên Hêzên Sotoro yên di bin banê hêzên me de ku li nêzî dibistana El-Xesaniye êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de 7 kes  birîndar bûn.

Hewldanên bi vî rengî ku terorist pêk tînin, nîşana herî berbiçav e ku dawiya terorîstan hatiye. Em ê tu carî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê ranewestînin."