Hêzên Şamê 20 kesên Suweydayî binçav kirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) rahihand ku 5’ê Nîsanê roja Şemiyê hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê li bajarê Hunsê 20 kesên ji Suweydayê binçav kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) rahihand ku 5’ê Nîsanê roja Şemiyê hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê li bajarê Hunsê 20 kesên ji Suweydayê binçav kirine.
SOHR’ê destnîşan kir ku 20 kesên berbehs ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî ‘Peymana Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê’ ya di 22’yê Adarê de li Şamê hatî lidarxistin, bûne hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 22’yê Adarê de li Şamê bi beşdariya komeke partî û rêxistinên civakî ku Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk jî di nav de ye, civîneke çapemeniyê hatibû lidarxistin. Di vê civînê de ‘Peymana Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê’ ya bi navê ‘Temasuk’ hatibû ragihandin.