Heyeteke DYE'yê serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir
Heyetek ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Heyetê bi rayedarên QSD'ê, MSD'ê û rûspiyên eşîrên li Reqayê re hevdîtin kir.
Heyetek ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Heyetê bi rayedarên QSD'ê, MSD'ê û rûspiyên eşîrên li Reqayê re hevdîtin kir.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Joey Hood û heyeta payebilind a DYE'yî ya pê re, doh serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê li ser serdanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li gel Hood, Alîkara Musteşarê Wezareta Karên Derve û Cîgira Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Aimee Cutrona, Alîkarê Nûnerê Sûriyeyê David Brownstein, Dîrektora Iraq û Sûriyeyê ya Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Zehra Bell di serdanê de amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heyetê hevdîtin bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rûspiyên eşîrên li Reqayê re kiriye û hate gotin, "Cîgira Musteşar di mijara koordînasyona di koalîsyona têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ya DYE'yê, hevkariya di vê mijarê de, ji bo dewamiya aramiya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina mayinde ya DAÎŞ'ê, di mijara raqdestkirina alîkariyên ji bo aramiya herêmên rizgarkirî, biryardariya xwe dubare kir."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hood ragihandiye ku ew bi xebatên çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê ve girêdayî ye û wê alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyeyê dewam bike.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê Twitterê ragihand ku bi heyeta DYE'yê re civîneke çêker hatiye kirin. Ebdî got, "Hate destnîşankirin ku hêzên koalîsyona navneteweyî, ji bo serketineke mayinde ya li dijî DAÎŞ'ê, ji bo piştgiriya li aramiyê û xurtkirina Rêveberiya Xweser wê li herêmê bimîne."