Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya zêdetirî 2 meh in dom dike, daxuyaniyek da.
Heta niha zêdetirî 170 cih li derdora navçeya Eyn Îsayê hatine topbarankirin ku piraniya wan sivîl hene. Di encamê de 6 sivîl hatin qetilkirin û 16 jî birîndar bûn.
Fermandarê Meclîsa Leşekrî ya Girê Spî Riyad El-Xelef daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Hewldanên dewleta Tirk ku gundên li ser rêya navneteweyî M4 bi dest bixe, hîna berdewam in. Rojane bi dehan top û moşek li bajarok û derdora wê dikevin û herî dawîn jî duh bû."
Riyad El-Xelef destnîşan kir ku topbarana dewleta Tirk zirarê dide jîngeh û cihên sivîlan û wiha domand: "Di encama topbaranê de sivîl tên kuştin. Topên li derdorî bajarok û rêya M 4 dikevin ku nateqîn li ser jiyana sivîlan xeteriyê çêdike. Di demê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dom dike de, hêzên me nikarin van guleyên topan bê bandor bikin.”
Riyad El-Xelef diyar kir ku hêzên wan li hemberî êrîşên dewleta Tirk disekinin û topbarana hovane dighêje gundên El-Meilik, Seyda û Mişêrfê.
Têkildarî xurtkirina navendên nû yên hêzên Rûsya jî El-Xelef diyar kir ku şêniyên bajarokê ji ber helwesata hêzên Rûsyayê ya ku tenê bi awayekî şeklî li herêmê ye û hêzên hikûmeta Şamê nerazî ne.
Dewleta Tirk û komên çete di 23`ê Mijdara 2020`an de dest bi êrîşên leşkerî kir da ku bajarokê Eyn Îsayê dorpêç bike û hêza garantor Rûsya hêzên xwe ji baregehekê li başûrê bajarokê vekişand.
QSD`ê ragihandin ku wan 3 hewldanên çeteyan ên derbasbûna herêmê têk birine, di encamê de leşkerên Tirk jî di nav de 65 çete hatine kuştin û 53 çeteyên din jî birîndar bûn.