Hewila girtina dorê li Mexmûrê, hat protestokirin

Hewila hikumeta Iraqê ya girtina dora Wargeha Mexmûrê bi têl û bircan, bi çalakiyekê li bajarê Qamişlo yê Rojava hat şermezarkirin.

Li Qamişloyê, xelk li dijî hewila hikûmeta Iraqê ya girtina dora Mexmûrê bi têl û bircan, meşiya. 

Meş, ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Mixemed Şêxo dest pê bû. TEV-DEM, saziyên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li meşê. Pankartê li ser ‘’Hûn nikarin bi êrîş û dorpêçanê vîna me bişikînin’’ nivîsandî, hat vekirin. 

Çalakgeran li ber Şaredariya Gel a Qamişloyê mîtîng çêkir. Endamê Rêveberiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan, got: ‘’Artêşa Tirk a dagirker, di êrîşên xwe yên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi ser neket. Nekarî HPG’ê têk bibe û polîtîkayên xwe yên qirêjî li dijî Şengalê pêk bîne. Erdogan ket wê hewilê ku di hilbijartinan de bibe serwer û serdema xîlafeta xwe ya xwînî nû bike.’’ 

Sarûxan, bal bi ser hewila girtina dorê li Mexmûrê û wiha got: ‘’Sekina me ya îro ya li vir, ji PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker re peyamek e ku em piştgirên berxwedana xelkê Mexmûrê ne.’’ 

Sarûxan, bang li hikumeta Iraqê kir ku bi biryarên NY’yê bike û wiha axivî: ‘’Hikumeta Iraqê, divê pirsgirêkê ne bi çekan lê bi diyalogeke aştiyane çareser bikira.’’ 

Endama Înîsiyatîfa Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman jî ji ber berxwedanê silav li xelkê Mexmûrê kir. 
 
TIL BERAK

Meclisa Til Berakê ku navçeyeke Qamişloyê ye, bi daxuyaniyekê hewila girtina dorê Mexmûrê şermezar kir. 

Endamê Komîteya Rêveber a Til Beraqê Wenas El Ebdullah daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Li ser navê Meclisa Til Berakê û saziyên wê, em biryara hikumeta Iraqê ya girtina dora wargehê bi têlan, şermezar dikin. Me bang li hikumeta Iraqê ew e ku diyalogê dayne.’’