Hevserokên komîteya Rêveberiya Xweser hatin hilbijartin

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên 9 komîteyan hilbijart.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna duh a li Girê Spî lidar xist de di bin sêwana meclîsê de komîte û rêveberên komîteyan diyar kiribû.

Hevserokên 9 komîteyên ku di civînê de hatibûn hilbijartin hatin eşkerekirin:

Navên komîte û hevserokan wiha ne:

Komîteya Karên Hundirîn: Elî Mustefa Heco û Hêvî Îbrahîm Mustefa

Komîteya Perwerde û Hîndekarî: Kewser Doko û Receb El-Mişlif

Komîteya Rêveberiyên Herêmî: Cozêf Lehdo û Mediya Bozan

Komîteya Aborî û Çandiniyê: Selman Tewfîq El-Barodo û Emel El-Xezîm

Komîteya Darayî: Welat Hec Elî û Selwa El-Seyid

Komîteya Çandê: Ebdulsetar Şikagî û Eyşe Elî Receb

Komîteya Tenduristî û Ekolojiyê: Dr. Ciwan Mustefa û Xîtam Xelîl El-Cild

Komîteya Karûbarên Civakî: Farûq El-Maşî û Bêrîvan Hesen

Komîteya Jinan: Serok Cîhan Xidro