Gundên Girê Spî û Şehbayê hatin topbarankirin

Rejîma Tirk a dagirker gundên Girê Spî û Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî aghaiyên ji herêmê hatin girtin, rejîma Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet derdorî 21:20’ê gundê Qizîle yê Girê Spî dan ber topan. Agahiyên berfirehtir nehatin girtin.

Di saetên şevê de jî gundê Şêx Îsa yê Şehbayê jî hate topbarankirin.

Bi taybet piştî ku rejîma Tirk li Idlibê derbên giran xwarin êrîşên xwe yên li dijî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriye/Rojava zêdetir kir. Ti roj nîne ku jîngehên sivîlan neyên bombekirin. Ji êrîşên dagirkeriyê  9’ê Cotmeha 2019’an heta niha bi sedan sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û bi sed hezaran kes jî neçar mane malên xwe biterikînin û koçber bibin.