Gundên Efrînê topbaran kirin: Herî kêm 10 kes birîndar bûn

Di encama topbarana dagirkeran a gundewarên navçeya Şera ya Efrînê de herî kêm 5 sivîl û 5 şervan birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên ser bi Tirkiyê ve gundên Şiwarq, Malkiye û Maranaz ên naçeya Şera û gundên Bêluniyê, Êndeqnê û Til Rifat yên Şehbayê topebaran kirin.

Hate ragihandin ku li herêma bi obus û tankan hatî topbarankirin, 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê birîndar bûne.

Hate ragihandin ku di êrîşê de gelek sivîl jî birîndar bûne û sivîlên di êrîşê de birîndar bûyî rakirina nexweşxaneyên Helebê.

Navê sivîlên birîndar bûyî wiha ye: Ehmed Xelîl (42), Xetîce Ehmed (38), Ebdu Reşîd (20), Ebdurehman Elî (50) û Seydo Mihmed (48).

Hate ragihandin ku her 5 welatiyên birîndar bûyî jî penaberên piştî dagirkirina Efrînê neçar mayî gundê xwe biterikînin in.